Polîsan Nûçegihanê DIHAyê, Sebahattîn Koyuncu desteser kir
Polîsên hêzên taybet li navçeya Silopyayê ya Şirnexê dema bi ser malan de digirt, nûçegihanê DIHAyê, Sabahattîn Koyuncu desteser kiriye.
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Polîsên hêzên taybet li navçeya Silopyayê ya Şirnexê dema bi ser malan de digirt, nûçegihanê DIHAyê(Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê), Sabahattîn Koyuncu desteser kiriye.
Li navçeya Silopyayê polîsan li taxên Başak, Dîcle û Barbarosê bi ser malan de girtiye.
Li gor nûçeya DIHAyê, nûçegihanê DIHAyê, Sabahattîn Koyuncu, birayê wî Fîkret Koyuncu, cihgirê hevserokên şaredariyê, Ahmet Tolog, karmendê şaredariyê Ramazan Şayik û gelek kesên navê wan bi dest neketîn hatine desteserkirin.
Ew kesên desteserkirî li navenda polîsan a navçeya Silopyayê hatine komkirin.(EA/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.