TTB: “Aysel Tûglûk nikare li girtîgehê bimîne”

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yekîtiya Doktoran a Tirkan (TTB) ji bo rewşa Aysel Tûglûkê, parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) raporek amade kiriye. Tûglûk bi nexweşiya demansê ye.
Parêzerên Tûglûkê, Reyhan Yalçindag Baydemîr û Serdar Çelebiyî di 13ê Îlonê de serî li TTByê dabûn. TTByê heyetek amade kiribû ku di vê heyetê de pisporên norolojiyê, tiba edlî û psîkratiyê hebûn.
Heyeta pisporan lêkolîna raporên ku Saziya Tiba Edlî ya Zanîngeha Kocaeliyê, Nexweşxaneya Dewletê ya Sekayê, Beşa Zanista Esasî ya Norolojiyê ya Zanîngeha Stenbolê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV), Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê, çavdêriyên Gultan Kişanaka bi Tûglûkê re di heman qawişê dimîne û parêzeran kirine.
“Nabe di girtîgehê de bê dermankirin”
Pisporan di encama lêkolînê de gotiye ku dermankirina Tûglûkê, “nabe di nava şert û mercên girtîgehê de pêk bê, divê li saziyeke tenduristiyê ya qonaxa 3yem tekez bê kontrolkirin û ew nikare di nava şert û mercên girtîgehê de bi tena serê xwe jiyana xwe dewam bike.”
Her weha hatiye diyarkirin ku Tûglûk “bi nexweşiya demansê ya qonaxa navîn de ye” û “li gel têkçûnên hişî, nîşaneyên depresîf ên parçeyên ji nexweşiyê ne” li Tûglûkê peyda dibin. (RT/FD)
Şaredariya Esenyurtê hatiye dorpêçkirin: "Em qeyûm naxwazin"

Koma ku stranên “Keça Kurdan” û “Şervano” digotin hatin desteserkirin

Derbarê welatiyê ku li Şirnexê got, ‘Biaxive, tu ji kû yî’ de lêpirsîn hat vekirin

13emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara Dadgeha Destûrê pêk neanî û dosye şand Dadgeha Bilind

Dadgehekê Mizraklî bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir
