Şaredariya Esenyurtê hatiye dorpêçkirin: "Em qeyûm naxwazin"

Piştî ku Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer duh hat girtin û Alîkarê Waliyê Stenbolê Can Aksoy weke qeyûm ji bo şaredariyê hat tayînkirin, polîsan şaredarî dorpêç kirin.
Di saetên sibê de bi daxuyaniya Walîtiya Stenbolê ya ku ji bo tayînkirina qeyûm, li derdora avahiya Şaredariya Esenyurtê hejmara polîsan hat zêdekirin. Derdora avahiya şaredariyê û Zanîngeha Esenyurtê û AVM ku li kêleka avahiya şaredariyê ne bi barîkatan hatin girtin.
Her wiha ketina gel a ji bo qada girtî hate astengkirin. Gelek TOMA şandine ber avahiyê û helîkopterên polîsan bi berdewamî li ser Esenyurtê digerin.
Li aliyê din Rêvebirê Emniyeta Stenbolê Zafer Aktaş jî di saetên serê sibê de li ber şaredariyê lêkolîn kir. Aktaş ji rojnamegeran re jî got dîmenan negirin.
Can Aksoyê ku wek qeyûm hat tayînkirin piştî ku li Walîtiya Stenbolê hat û ji deriyê girtî yê şaredariyê ket hundir.
Her weha gel jî li derdora şaredariyê sekinî ne.
Welatiyên ku bertek nîşanî girtina Ozer û tayînkirina qeyûman dan gotin, "Nikarin qeyûm tayîn bikin, wê li Esenyurtê şer derkeve."
Welatiyek jî got ku ew 34 sal in li Esenyurtê dijî û wî dengê xwe daye Ozer û ew girtina şaredar û tayînkirina qeyûm qebûl nakin.
Welatiyekî din jî diyar kir ku heta qeyûm neçe ew ê bacê nedin şaredariyê.
(RT/AY)
Koma ku stranên “Keça Kurdan” û “Şervano” digotin hatin desteserkirin

Derbarê welatiyê ku li Şirnexê got, ‘Biaxive, tu ji kû yî’ de lêpirsîn hat vekirin

13emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara Dadgeha Destûrê pêk neanî û dosye şand Dadgeha Bilind

Dadgehekê Mizraklî bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir

Aysel Tûglûk serbest bû
