Dadgehekê Mizraklî bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir

Duh li Amedê sêyem danişîna doza darizandina Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakliyî li Dadgeha Cezayê Giran a 9an Amedê pêk hat.
Danişîn çar saetan dewam kir û bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) Umît Akbiyikê şahid, îfade da.
Dadgeha herêmî beriya niha 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Mizrakliyî birîbû. Beşa 3yem a Cezayan a Dadgeha Bilind ev biryar nepejirandibû û dosye bi şûn de şandibû ji bo dadgeha herêmî.
Di danişîna duh de piştî Akbiyikî îfade da, parêzerên Mizrakliyî Mehmet Emîn Aktar, Zulal Erdogan û Muhsîn Bîlalî paraznameyên xwe pêşkêş kirin.
Piştî wan jî dozgerî nêrîna xwe ragihand. Dozgerî Mizrakli bi “endamtiya rêxistinê” tohmetbar kir û xwest ew ceza bibe.
Heyeta dadgehê jî biryara xwe aşkere kir ku Mizrakli bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” ceza kir. Li gorî biryarê, 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Mizrakliyî birî û bi qasî nîvê wê zêde kir ku di encamê de 10 sal û 6 meh ceza li Mizrakliyî hate birîn. Paşê jî heyetê ji vî cezayê kêmek daxist û biryar da ku Mizrakli bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê bê cezakirin. (RT/FD)
Şaredariya Esenyurtê hatiye dorpêçkirin: "Em qeyûm naxwazin"

Koma ku stranên “Keça Kurdan” û “Şervano” digotin hatin desteserkirin

Derbarê welatiyê ku li Şirnexê got, ‘Biaxive, tu ji kû yî’ de lêpirsîn hat vekirin

13emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara Dadgeha Destûrê pêk neanî û dosye şand Dadgeha Bilind

Aysel Tûglûk serbest bû
