Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Edîtora nûçeyên jinan û LGBTÎ+yan ya bianetê Evrîm Kepenek ji ber parvekirinek xwe ya erdhejê bi xala TCK 217/Ayê tê sûcdarkirin. Hemû zanyariyên têkildarî ketin û derketina kar, zanyariyên malbatê, fotografên çûyîna nûçeyên û zanyariyên vehuhestinê yên di navbera Sibata 2021 û Kanûna Paşiya 2023an xistine dosyeyê.
Derbarê edîtora jinan û LGBTÎ+yan Evrîm Kepenek de ji ber parvekirina wê ya piştî Erdheja 6ê Sibatê doz hatiye vekirin. Kepenekê di parvekirina xwe gotibû ku dê alîkarî bi rêya AFADê alîkarî bê kirin.
Darizandina Kepenekê îro li 13emîn Dadgeha Cezê û Esliyeyê ya Stenbolê ku li Çaglayanê ye dest pê kir. Kepenek bi tohmeta ku ‘agahiyên nerast belav kiriye û gel bi van agahiyan xapandiye (TCK 217/A)' tê sûcdarkirin.
Parveka Kepenekê a ku pê tê tohmetbarkirin ev e: Cendirmeyan dest danîne ser konên alîkariyê yên li Bazarcixa Mereşê û hatiye gotin ku 'Hemû alîkarî dê bi rêya AFADê bê kirin. Nûkirin: Li herêmê dest danîne ser gelek konên alîkariyê.
Di danişînê de parastina Kepenekê Denîz Yazgan Şenay, ji Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê Veysel Ok û Fatîh Aydin kir. Ji Buroya Ewlekariyê Polîsek jî doz şopand. Piştî danişînê ji kesên dozê dişopînin pirsî ka dê danişîna din kengê bê kirin.
Danişîn bi parastina parêzeran destpêkir. Kepenekê rexne li qanûna ku di Çiriya Pêşiya 2022an de derket, girt û got tişta ku wê kiriye ne dezenformasyon e.
Her weha Kepenekê destnîşan kir û got, “Xwezî ez li şûna ku di vê saetê de li vir im, li civîna rojeva nûçeyan bûma. Heyfe ji bo wexta min û ya we. Îddiayên derbarê min de ne rast in û daxwaza beraetê dikim.
Piştî parastinan dadgehê danişîn taloqî 24ê Sibatê kir.
(HA/AY)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest

Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
