MYKya DEM Partiyê wê li Amedê bicive

Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî operasyona desteserkirinê ya li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Şaredariya Stenbolê biryar da ku li Amedê bicive.
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ragihand ku MYKa DEM Partiyê îro saet di 18.00ê de dê bi serokatiya Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari li Amedê bicive.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê di çarçoveya 3 lêpirsînên cuda de ji bo zêdetirî 100 kesan biryara desteserkirinê da ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Îmamoglu jî di nav de ye.

Derbarê Îmamoglû û gelek CHPyiyan de biryara desteserkirinê hat dayîn
7 kesên ku Îmamoglû, rêvebirên şaredariyê û şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan jî di nav de ne bi îdiaya ku “Bi zanebûn beşdarî xebatên lihevkirina bajarî bûne û alîkarî dane rêxistina terorê PKK/KCKê” hatin sûcdarkirin.

DEM Partiyê bertek nîşanî desteserkirina Ekrem Îmamoglû dan
Partiya Gel a Komarî (CHP) di çarçoveya kampanyaya "Were hilbijêre, dîrokê binivîsîne" wê di 23ê Adarê de namzetê xwe yê serokomariyê hilbijêre. Îmamoglûyê ku duh êvarê (18ê Adarê) dîplomaya wî ya xwendina bilind hat betalkirin, namzetê CHPê yê serokomariyê bû. Îmamoglu dê îro li Meydana Maltepeyê mîtîngeke mezin li dar bixista.

Bi desteserkirina Ekrem Îmamoglû re platformên medyaya civakî hatin sansurkirin
(TY/AY)