Derbarê Îmamoglû û gelek CHPyiyan de biryara desteserkirinê hat dayîn

Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, Serokê Lijneya Rêvebir a Medya A.Şê Murat Ongun û Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan jî di nav de derbarê gelek kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ragihandiye ku ji ber sûcên cuda Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî di nav de derbarê 100 gumanbaran de biryara desteserkirinê hat dayîn.

DEM Partiyê bertek nîşanî desteserkirina Ekrem Îmamoglû dan
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê lêpirsînê de daxuyanî da.
Serdozgeriyê ragihand ku lêpirsîn ji aliyê "Buroyên Lêkolîna Sûcên Rêxistinî" ve tê meşandin.
Ji bo Îmamoglu hatiye gotin ku ew “serokê rêxistinê” ye û hat îdiakirin ku ev rêxistin “karsazan neçarî dayîna pereyan dike, bi hinek karsazan re bi hev re dixebitin da ku bi awayekî neheq qezencê bikin, bi rêya kesên sexte kirîn û firotinê dikin û pereyên ku ji sûcan bi dest xistine spî dikin, ji bo veguhestin û berhevkirina pereyan kesên sivîl bi kar tînin ku wekî ‘qaseyên veşartî’ tên binavkirin.”

HDK: Operasyona desteserkirinê darbeya li dîjî îradeya gel e
Ongun li ser hesabê xwe yê Xê weha gotiye:
"Ez niha têm desteserkirin. Ew wisa difikirin ku dema me bêdeng bikin wê kes piştgiriyê nedin Ekrem Îmamoglû. Ez bang li welatiyên me yên ku hesabên wan di hemû kanalên medyaya civakî de hene dikim: Ji vê demê û pê ve Ekrem Îmamoglû emanetî gelê Tirk e. Biparêzin, piştevaniyê bikin! Nikarin gel têk bibin. Dê her tişt pir baş be.

Li Stenbolê hemû cûre meş û xwepêşandan hatin qedexekirin
Her wiha rêveberê kampanyaya Îmamoglû Necatî Ozkan jî ragihand ku ew hatiye desteserkirin.
Alîkarê Serokê Koma CHPê Gokhan Gunaydin li ser medyaya civakî ev agahî da: "Heta niha 20 wesayitên tijî li hêzên ewlekariyê hatine ber mala Ekrem Îmamoglu."
Şaredarên Şîşli û Beylîkduzuyê jî hatin desteserkirin
Hate hînbûn ku Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan jî li gel Îmamoglû hatiye desteserkirin.
Di operasyona ku danê sibê dest pê kir û 105 kes hatin desteserkirin de, li mala Îmamoglu lêgerîn hat kirin. Hate zanîn ku di heman demê de li mala Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan jî lêgerîn hatiye kirin û Şahan desteserkirin.
Her weha Cem Kuçuk jî da zanîn ku di çarçoveya operasyona ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu hat desteserkirin de, li mala Şaredarê Beylikduzuyê Murat Çalik jî lêgerîn hat kirin û derbarê wî da biryara desteserkirinê hatiye dayîn.
Rojnameger û karsaz jî di nav de derbarê nêzî 100 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn. Her weha hat îdiakirin ku ji ber îhaleyên li Medya A.Ş.ê û 'lihevkirina bajarî' a di navbera DEM Partî û CHPê de ev operasyon hatiye kirin.

Bi desteserkirina Ekrem Îmamoglû re platformên medyaya civakî hatin sansurkirin
Kesên hatine desteserkirin ev in:
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji bo ku bibe namzedê serokomariyê yê CHPê xwe ji bo hilbijartinên pêşwext amade dikir.
Zanîngeha Stenbolê dîplomaya Ekrem Îmamoglu betal kiribû.
(EMK/AY)