Li Amedê û Rihayê parêzer hatine desteserkirin

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Amedê û Rihayê gelek parêzer hatine desteserkirin. Li Amedê û Rihayê îro deste sibehê polîsan bi ser mal û buroyên parêzeran da girtine.
Polîsan li Amedê bi ser malen 4 parêzeran da girtine û 2 parêzer desteserkirin. Her du parêzerên din ne li mal bûne. Hatiye zanîn ku polîsan di lêgerînên buroyên 2 parêzerên ku li Amedê ne de dest dane ser hinek dosyeyan.
Di serde girtinên Rihayê da, Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parêzer Metîn Ozbadem, Hevseroka HDPya Rihayê ya berê parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, rêveberê berê yê HDPyê Sedat Çelîk, endamê Meclîsa Şaredariya Siwêregê yê HDPyî Îbrahîm Ayyildiz, xebatkarê Radyoya Karacadagê Salîh Erbekler û parêzerên bi navê Cemo Tuysuz, Emîn Baran, Huseyîn Îzol, Şeyhmus Înal û Hîdayet Enmek hatine desteserkirin.
Herweha parêzer, bi boneya li girtîgehan di navbera girtîyan da tekilîyan çêdikin û bi îdiaaya "alîkarî dane rêxistina terorê" hatine desteserkirin.
Aydinî: desteserkirin nikare parastinê têk bibe
Parêzer Cîhan Aydin, Serokê Baroya Amedê derbarê desteserkirinan ji bianettê ra axivî û got: “Li Tirkîyeyê niha di nav komên pîşeyan da yên ku zêdetir di bin rîskê da ye parêzer in. Lewre li Tirkîyeyê her diçe binpêkirinên mafan zêde dibe û parêzer jî li di jî van binpêkirinan radiwestin. Parêzer û Baro çiqas li dijî bêhiqûqîyan dengê xwe bilind dike, ewqas dikine hedef. Dixwazin parastinê bi desteserkirin û girtina têk bibe lê ev hewildanên wan vala ne.” (RT/AY/FD)
Şaredariya Esenyurtê hatiye dorpêçkirin: "Em qeyûm naxwazin"

Koma ku stranên “Keça Kurdan” û “Şervano” digotin hatin desteserkirin

Derbarê welatiyê ku li Şirnexê got, ‘Biaxive, tu ji kû yî’ de lêpirsîn hat vekirin

13emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara Dadgeha Destûrê pêk neanî û dosye şand Dadgeha Bilind

Dadgehekê Mizraklî bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir
