KOVARA KUNDÊ DEST BI WEŞANÊ KIR
“Kund bi sê taybetiyên xwe ji kovarên din cuda dibe”

Kovara kitêb çand û hunera Kurdî ya bi navê Kund, dest bi weşanê kir. Kovar wê ji sê mehan carekê derkeve û rûpelên xwe ji mijarên populer re veke.
Di hejmara Gulan-Hezîran-Tîrmeh a 2018ê de kovarê nivîskar Bextiyar Eliyî kiriye mijara dosyaya taybet.
Li gel “Axavtina Bextiyar Eliyî ya ji bo Wergirtina Xelata Nelly-Sachsê”, nivîsa Bajar Mîrzemanî ya bi navê “Derketin wek Gera li Azadiyê di Romanên Bextiyar Eliyî de”, ya Umran Aranî ya bi navê “Hinara Dawî ya Dinyayê: Qiyameteke Xweşik”, ya Ferzan Şêrî a bi navê “Arkadaş Yilmaz Guney û Heval Bextiyar Elî” û hin nivîsên din di vê dosyayê de cî girtine.
Dîsa Yildiz Çakar, H. Kovan Baqî, Yaqob Tilermenî, Salih Agir Qoserî, Ciwanmerd Kulek, Xelîl Semed û gelek nivîskarên din bi nivîsên xwe di nava rûpelên kovarê de cî ji xwe re girtine.
"Kund kovareke populer e"
Desteya weşanê ya Kundê ji bianetê re behsa naveroka kovarê û armanca derxistina wê kir:
Bi gotina desteya weşanê, “Kund bi cureyê xwe kovareke populer e, yanî berê wê ne li zimreyeke taybet e, berê wê li temamê xwînerên kurdî ye û her kes dikare ji bo xwe tiştekî tê de bibîne” û “Motîvasyona Kundê ew e ku kovareke kurdî bi zimanekî sivik û bi giraniyeke li ser kitêban hebe. Di navenda vê kovarê de kitêb hene, lê di nasnava wê de huner û çand jî cih digirin. Huner daxwaza me ye, çand jî ji ber nivîsên hatî me lê zêde kir”.
"Naverok, rêbaz û dirûv wê ji yên din cudatir be"
Desteya weşanê, Kovara Kundê bi sê taybetiyên xwe ji kovarên Kurdî yên heta niha derketine cuda dinirxîne:
“Kund bi sê taybetiyên xwe, bi naverok, rêbaz û dirûvê xwe ji kovarên kurdî yên heta nuha derketî hinekî cuda dibe. Ji hêla naverokê ve cudahiya wê beşên wê yên curbicur û cihêreng in.”
Li gorî desteya weşanê Kund bi rêbaza xwe jî cîhereng e: “Kund dînamîk e. Ne tenê dînamîk e, înteraktîv e jî; rola xwîneran ji kovarên din bêtir e tê de. Mînak kesek dikare nivîsekê binivîse û ji me re bişîne, ev tiştekî asayî ye, lê dikare navê beşa nivîsê jî diyar bike. Em bibêjin kitêbekê dixwîne û ji wê kitêbê paragrafekê ji Kundê re dişîne, dixwaze navê beşê jî “kitêba ber destê min be”. An jî bergê deh kitêban û li bin wan ji her yekê ji wan hevokekê dişîne û dixwaze navê beşa nivîsê “kulîn” be. Ne tenê kesek em bibêjin çend kes dibêjin “em dixwazin li ser nifşê Hawarê dosyeyekê amade bikin.” Kund ê ji wan re bibêje kerem bikin û wan di “dosyeya mêvan” de biezimîne. Em ê bi kêfxweşî pêşwaziyê li pêşniyazên werê bikin. Ev yek ê hem xwîneran aktîftir bike hem jî bihêle fikrên afirîner derkevin holê.
Ji hêla dirûvê jî Kund li Bakur tekane kovara kurmancî ye ku bi vî ebatî û rengîn û biwêne tê çapkirin.”
Desteya weşanê ya Kundê ji Burhan Tek, Bajar Mîrzeman, Umran Aran, Vecdi Demir û Xelîl Semed pêk tê. (FD)
Diyarname 29 Reşemî: Ev rojname wê her ji çar salan carekê çap bibe

Weşana kurdî ya Radyoya Swêdê piştî 23 salan bi dawî bû: “Radyo pirek bû”

Muzîka Kurdî 2023: “Nazdar Nazdar”, Koma Amed, Şivan Perwer, hunermendên jin

LI STENBOLÊ WÊ DIBISTANA MUZÎKÊ YA EGÎDÊ CIMOYÊ VEBE
“Em dixwazin Egîdê Cimoyên nû derkevin”

“Dema em li betlaneyê bûn, rêveberiya Kurdistan24ê em ji kar derxistin”
