Kovara Girgirê hat girtin

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Kovara Girgirê di hejmara xwe ya paşiyê de wêneyê Mûsa Pêxemberî belav kiribû. Şirketa xweyîya kovarê kovar girt.
Hemî xebatkarên kovarê ji karî hatin avêtin.
Karîkatûra berbehs bi navê “Mûsa Behra Sor dike du qet Cihûyan xelas dike” hatiye belavkirin û li ser mûcîzeya qetkirina behrê ya Mûsa pêxemberî ye.
Li ser kovarê lêpirsînek bi sûcê “sivikkirina baweriya beşeka civakê” hat vekirin.
Kovara Girgirê hem bi pereyî dihat firotin hem jî wek pêvekeka rojnameya Sozcûyê dihat belavkirin.
Molînas: Cihê xemgînîyê ye
Berpirsê heftenameya Şalomê ya civata cihûyan, Îvo Molînasî eşkere kir ku hem belavkirina wê karîkatûrê hem jî girtina kovarê cihê xemgînîyê ye.
“Cihê xemgînîyê ye ku karîkatûreka bi vî rengî di yek ji kovareka herî kevin a karîkatûran de derketiye.
“Mixabin ev karîkatûr li derveyî azadiya xwe-îfadekirinê ye.
“Girtina kovarê cihê xemgînîyê ye.”
Qestî û nîyetxerabî
Parêzerê kovarê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji ber wê karîkatûrê kovar hatiye girtin û hemî xebatkar ji karî hatine avêtin. Parêzerî eşkere kir tevgereka qestî ye û hin kes an jî xebatkarên nîyetxerab ev kiriye.
Girgir di sala 1972yê de hatibû avakirin.
Denîz Kestanesî: Ev birêvebiriyê şermezar dikim ku wê 25 kes ji karî kirin
Denîz Kestanesîyê ku bi salan e xêzewêneyê bergê paşiyê çêdike li ser Twîtterê daxuyaniyek da.
"Ez çêkerê wî xêzewêneyî şermezar dikim. Ez wê birêvebiriya ku 25 kes ji karê wan kiriye jî sermezar dikim."(NV/MB)
YSKyê destûr daye ku hilbijêrên ji çavên xwe ve kêmendam şablonekê bi kar bînin

Endazyaran Heskîf kontrol kir: Zerer li şkeftan bûye

RAPORA TOHADê
Tundkariya zayendî û ya bedenî li ser kêmendaman zêde dibe

Peseporta Celal Başlangiç û Ayşe Yildirimê hatin betalkirin

Rojnameger Cemal, Guç, Mater û Eryilmaz îfade dan
