Peseporta Celal Başlangiç û Ayşe Yildirimê hatin betalkirin

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Peseporta rojnamegerê Celal Başlangiç û nivîskara Rojnameya Cumhurîyetê, Ayşe Yildirimê hatin betalkirin.
Başlangiş ji bianetê re axivî û got:
‘’Ji ber lêpirsîna li ser min ku li Dadgeha Cezayên Giran a14. berdewam dike, berpirsiyarîya peseportan ji dadgehê xwestiye biryara betalkirina peseporta min bide.
Dadgerî ev yek qebûl nekiriye û gotiye ku Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de xelet tê şîrovekirin. Ev biryara dadgerî li nik min e lê li balafirgehê em pê hesiyan ku peseporta me hatiye betalkirin. Ti sebeb nîşanî me nekirin. Em nizanin çima ya hevsera min jî hat betalkirin, em nizanin ji ber ku ew rojnameger e an jî ji ber ku hevsera min e, peseporta wê hatiye betalkirin.’’
Celal Başlangiçî duhî li dadgehê xweparastina xwe dabû.(NV/MB)
YSKyê destûr daye ku hilbijêrên ji çavên xwe ve kêmendam şablonekê bi kar bînin

Endazyaran Heskîf kontrol kir: Zerer li şkeftan bûye

RAPORA TOHADê
Tundkariya zayendî û ya bedenî li ser kêmendaman zêde dibe

Kovara Girgirê hat girtin

Rojnameger Cemal, Guç, Mater û Eryilmaz îfade dan
