Emîne Şenyaşar: Bila edalet pêk were
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Emîne Şenyaşara ku xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, Parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê du kurên wê û hevjînê wê kuştin û kurekî wê jî hate girtin, ev şeş meh in li ber avahiya Edliyeya Rihayê nobetê digire.
Bixwîne - Li Emîne Şenyaşarê doz hatiye vekirin
Emîne Şenyaşar her roj tevlî kurê xwe Ferît Şenyaşarî ji Pirsûsê diçe Rihayê.
Di Îlonê de jî li Rihayê germa 41 pîle ye. Nahêlin Şenyaşar biçin ber avahiyê û ew çend gav dûrî avahiyê rûdinin.
Nobeta wan di saetên sibehê de bi vekirina deriyên avahiya edliyeyê re destpê dike û saet di 17.00ê de diqede.
Emîne Şenyaşara ku ev 185 roj in nobeta edaletê digire got: “Ma va hikûmata. Ma ev ûcdan e. Em edaletê dixwazin. Em seva edaletê hatine li vir rûniştine.”
(RT/FD)
Şaredariya Esenyurtê hatiye dorpêçkirin: "Em qeyûm naxwazin"

Koma ku stranên “Keça Kurdan” û “Şervano” digotin hatin desteserkirin

Derbarê welatiyê ku li Şirnexê got, ‘Biaxive, tu ji kû yî’ de lêpirsîn hat vekirin

13emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara Dadgeha Destûrê pêk neanî û dosye şand Dadgeha Bilind

Dadgehekê Mizraklî bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir
