Derhêner, Kazim Oz ê bê dadkirin

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Derhênerê fîlmên Zer û Bahoz dê 1ê Çiriya Pêşiyê (Meha 10.) bi sûcê “endandambûna rêxistinê” bê dadkirin.
Li gor îdianameyê Oz bi beşdarbûna şîna Fidan Doğan, Leyla Söylemez û Sakine Cansızê, Akademîya DBPyê ya sîyasetê û Berxwedana Gezîyê tê sûcdarkirin.
Kazim Ozî ji bianetê re got ew ji xwe beşdarî akademîya DBPyê nebûye. Lê bi wan delîyan ew bi “endambûna rêxistina çekdar a terorî” tê sûcdarkirin.
Dozger dixwaze Kazim Oz di navbera 7 sal û şeş mehan û 15 salan de cezayê girtinê bistîne. Derhênerî diyar kiriye ku çalakîya Gezîyê çalakîyeka meşrû bûye û nîvê welatîyan beşdar bûne.
Wî eşkere kirine ku hemî hêcet amûrek in ku mixalifan pê tepeser bikin.
Hêjayê gotinê ye ku bi biryara Dozgerîya Amedê 24ê Çiriya Paşiyê(meha 11.) Kazim Oz hatibû desteserkirin. Piştî du rojan bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan.
(RTMB)
Şaredariya Esenyurtê hatiye dorpêçkirin: "Em qeyûm naxwazin"

Koma ku stranên “Keça Kurdan” û “Şervano” digotin hatin desteserkirin

Derbarê welatiyê ku li Şirnexê got, ‘Biaxive, tu ji kû yî’ de lêpirsîn hat vekirin

13emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara Dadgeha Destûrê pêk neanî û dosye şand Dadgeha Bilind

Dadgehekê Mizraklî bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir
