Alîkarê Serokê Baroya Amedê: Mirovan ji azadiya wan bêpar dikin, ev jî sûc e

Ozdemîrî têkildarî mijarê diyar kir ku mafên bingehîn ên Can Atalayî tên binpê kirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn di 25ê Çiriya Pêşiya 2023an de ji bo dosyeya Parlamenterê Hatayê yê TÎPê Can Atalay bi piraniya dengan biryar dabû ku mafê wî hatiye binpêkirin.
Ozdemîr got binpêkirina mafê parêzbendiyê nîşan dide ku mafê Can Atalayî yê hilbijartinê ji holê hatiye rakirin:
“Mafê hilbijartinê ne tenê mafê namzetbûyin ê ye, di heman demê de, piştî kesek hate hilbijartin, mafê beşdarbûn û tevlîbûna karên parlamentoyê ye jî bidest dixe. Pêwîst e ku ew kes piştî hat hilbijartin bikaribe hêza xwe ya nûnertiyê bikar bîne.”
Ozdemîr da zanîn ku saziyên darazê neçar in biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn pêk bînin û ev jî xwe dispêre xala 153emîn.
“Li gorî vê yeke, weke di bîryara binpêkirinê de jî hatiye gotin, pêwîste e darizandin û pêkanîna cezayê wî bê sekinandin. Gava ev nebe tê wê wateyê ku dadgerên pêwendîdar mirovan ji azadiya wan bêpar dikin ku ev jî sûc e.
(BA/AY)
GREVA BIRÇÎBÛNÊ
Li Girtîgeha Bolvadînê gireva birçîbûnê didome

Hunermend Kasim Taşdogan strana xwe ya nû weşand

Dadger cezayê "parvekirina ala Tirkiyê" li Rûşen Firatê birî

MA Musicê pirtûkek li ser ‘zerb'ê derxist

Wê weşanxaneyên Kurd komxebetekê li dar bixin
