Rûşan Fîlîztek, îsal li Fransayê li gel M’Toro Chamou ve Perrine Fifadjiyê hêjayî xelata bi navê “Prix Des Musiques D’ici”yê hatiye dîtin. Çend roj berê li Radio France-ê şevek hate li dar xistin û her sê hunermendan xelatên xwe wergirtin.
Fîlîztek, 4 sal in ku li Parîsê dijî. Li vir hewl dide ku di navbera muzîka kurdî û muzîka cîhanê de têkiliyekê çêbike û muzîka kurdî dê platformê de bide nasîn. Ji bo vê konsertan dide, beşdarî festîvalên muzîkê dibe. Her weha li Zanîngeha Sorbonne-ê li ser muzîkê dixwîne.
Rûşan Fîlîztekî pirsên bianetê yên derbarê xelatê û jiyana wî ya muzîkê û xebatên wî de bersivand.
Çend roj berê tu hêjayî xelata bi navê "Prix Des Musiques D'ici" (Xelatên Muzîkê yên Diasporayê) hat dîtin. Di nava cîhana muzîkê de û li Fransayê çi girîngiya vê xelatê heye?
Li Fransayê gelek festîvalên girîng û mezin ên muzîkê pêk tên. Ew ên ku van festîvalan li dar dixin tên ba hev û xelata “Prix Des Musiques D’ici”yê didin. Tê wateya Xelatên Muzîkê yên Diyasporayê.” Kesên ku li Fransayê ne û bi kategoriya muzîka cîhanê re mijûl in distînin. Sê kesan xelat wergirt. Yek ji wan ez im.
Min li ser navê muzîka kurdî ev xelat wergirt. Ez muzîkjenekî kurda me, ez kurd im. Lê repertûara min gelekî berfireh e. Em sê kes bûn di projeya min de. Hevalekî min ê li fluta Îrlandayê dide, yek jî gîtara flamenkoyê dide li bal min bûn. Lê li vir me besteyên min stra. Yek jî besteya bi navê Ziryabê ya Paco de Luciayî bû ku yek nûnerên herî mezin ê muzîka flamenkoyê ye.
Ji bo te çi wateya vê xelatê heye? Hestên te çi ne?
Merasîma Xelatdayînê
Xelateke gelekî profesyonel e. Beriya ku vê xelatê bistînim jî min performansa xwe li sahneya herî girîng a Fransayê pêşkêş dikir. Yanî min karên gelek profesyoneltir jî kir. Ti daxwazeke min jî nebû ji bo ez beşdarî vê pêşbirkê bibim. Ez ji pêşbirkan hez nakim. Gelek produktrîst hene ku projeyên min dişopînin. Kesên şîrketên wan ên labalê hene ku kesên weke Îbrahîm Maalouf û Trio Jubran anîne hin cihan. Wan xwest ez beşdar bibim. Li ser navê min serî lê dan.
Weke kesekî li diyasporayê dijî, ez li vir nûnertiya muzîk û hebûna kurdan dikim. Dema ez bi muzîka kurdî re mijûl dibim, ne bi temamî muzîka kevneşopiye ya ez dikim. Rola min li vir ew e ku ez hewl didim muzîka kurdî û muzîka cîhanê bînim ba hev. Ez îro vê bi muzîka barokê dikim. Di rastiyê de em hemû repertûaran dixin nava hev. Yek ne dûrîya din e, mod ev e. Lê ev qonax ji bo min gelekî girîng e.
Heta ku tu hatî vê qonaxê, te qonaxên çawa borandiye?
Rûsan Fîlîztek û Solon Lekkas
Li Ewropayê gelek derfet çêbûn ku Rûşen Fîlîztek muzîka cîhanê bizanibe. Bi taybet li Fransayê, Parîsê. Dema ez hatim vir min di filmê Tony Gatlifî de lîst. Min di partiyekê de lawikek stra, li herêmeke çiyayî. Cara pêşiyê min Yewnanî li wir dîtin. Min dengbêjên yewnanî anî Parîsê. Di heman demê de min dengbêjên keldanî, kurd û yewnanî ên li vir anî ba hev. Karên wisa bala min dikişînin. Ew muzîkên ku têkiliya wan bi muzîka kurdî re hene, tînim ba hev. Weke muzîka yewnanî ya erebî. Çar sal in ku li Parîsê me. Ez her gavê bi gel û civakan re rû bi rû têm ku muzîkên cida çêdikin. Ez li gelek deverên Rojhilata Navîn geriyam. Di dema NÇMyê de li ba hevalan ez beşdarî gelek xebatên muzîkal bûm. Paşê bi tena serê xwe ez çûm Rojhilata Navîn, Kurdistan, Iraq, Îran, Ermenistan û Gurcistanê. Min muzîka keldaniyan li Parîsê nas kir. Ez di komîneteya wan de mam. Min di şahiyên wan de lê da. Ez teza xwe li ser wan amade dikim. Bi katalanan, brotonan û baskiyan re…
Di vê cîhanê de kurd li ku ne?
Kurd niha bi şer di rojevê de ne. Bi rolên şervaniyê derdikevin pêş. Ne bi çandê. Gelek sedemên wê hene. Armanca min ew e ku heta ji destê min bê, ez muzîka kurdî û yên cîhanê bînim ba hev. Lê gelek muzîkjen nînin. Min bi xwe înîsiyatîfek wergirt. Roleke polîtîk. Le Monde-ê ev nivîvsandibû. Gotibû “Roleke polîtîk dilîze”. Ez polîtîkayê nakim, ne siyasetmedar im. Lê ji ber karê xwe weke ku ez polîtîkayê dikim, têm hesibandin. Li Fransayê ez di nava derdoreke elît de me. Muzîka min bala wan dikişîne.
Ji bo çi tu ewqas bala wan dikişînî?
Ti kesên din tune. Hene le tunene. Var ama kimse yok aslında. Herkes bi karê çanda dawetan ve mijûl e. Konsert çêdibin lê… Hewldana hunerê ya bîst sîh salên dawiyê yên li Ewropayê, badilhewa çûn. Rûşen mînakek e. Dibe ku bi sedan Rûşen hebin. Em weke jenerasyon, ciwan in. Baweriya min gelekî bi wî tiştî tê, muzîsyenên ciwan ên weke min û Nurhak (Kilagoz) piştî 20 salan wê rewşê diyar bikin. Lê xebatên ku 30 sal in li diyasporayê kedê didin vî karî, projeyên ji bo rabirdûyê bi pêş nexistin.
Li gor nêrîna te di vê mijarê de kêmasî hene?
Belê, kêmasiyeke gelekî mezin heye. Li Ewropayê zêdetirî 3 milyon gel heye. Lê mixabin gelek kêm e xebatên ku dikin. Çand tenê bi avakirina komeke dîlanê ya di dawetan de ava nabe. Ji bo nûnertiya li cîhanê tu çi dikî? Bê mibalexe dibêjim, heke ev gel projeyekê amade ike, wê komisyona çandê zêdetirî yek milyon euroyî butçeyê ji bo wê veqetîne. Par cihû hatin bal min. Xwestin ez tevlî bernameya wan a çandê bibim. Li vir zanîngehek ava kirine. Gelek têkiliyên wan hene. Mazûbaniyê ji gelek komên muzîkê re dikin, ên muzîkên cida amade dikin. Berawerdiya muzîka wan û ya xwe dikin.
Di demên pêş de tê xebatên çawa li dar bixe?
Di demeke kurt de amadekariya albumekê heye. Albumeke enstrumantal e. Ez dengê xwe bi kar tînim. Ez ji xwe re nabêjim dengbêj. Lê stranbêj dibêjim. Lê ez bi şêweyekî cida yê li gorî xwe çêdikim. Ez têkiliya wê û ya orîjînal ji hev nabirim. Ez hewl didim ku beşên gotinî yên muzîka kurdî tevlê bikim.
Rûşan Fîlîztek kî ye?
Bavê min ji Lîcê, ji Amedê ye. Dêya min Tetwanî ye. Ez li Seyhana Edeneyê ji dayik bûme. Di sala 1990î de. Dema 9 salî bûm em hatine Stenbolê. Li vir bi cih bûne. Ez ji bavê xwe hîn bûm, lêdana tembûrê. Ez ji kevneşopiya dawetan im. Ji zaroktiyê ve min li dawetan lê dida. Çi dawetên kolanan, çi yên salonan, çi yên gundan. Paşê min li Konservatuara Zanîngeha Sakaryayê xwend. Li Marmarayê qedand û perwerdeya pedagojîk stand. Di wan salan de ez li NÇMyê xebitîm. Ji sala 2015ê û vir ve li Parîsê me. Li Zanîngeha Sorbonê beşa muzîkolojiyê dixwînim. Li ser rîtuelên muzûka keldaniyan a li dêr û dawetan lêkolînê dikim. (FD)
Edîtorê bianet kurdiyê ye. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamaya Birgünê, Dicle Haber...
Edîtorê bianet kurdiyê ye. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamaya Birgünê, Dicle Haber Ajansı (DİHA), Dem Tv, Rûdaw Tv û Sputnik Kurdistanê de wek nûçegîhan, edîtor, gerînendeyê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye. Edîtorî û redaktoriya gelek pirtûkan kiriye. Yek ji nivîskarên “E- Kitêba Rojnamegeriya Kurdî a Dijîtal”, “Ferhengoka Kurdî-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî” ye. Nivîseke wî ya lêkolînê di pirtûka “Haber Analizi ve Arşiv İncelemeleriyle Türkiye’de 9 Gazete” de hatiye weşandin. Li bianetê û Botan Internationalê, di Kargehên Medyaya Kurdî de dersên dîroka çapemeniya kurdî, rojnamegeriya mafparêz û hevpeyvînan daye. Pirtûkek bi navê "Guldesteyek ji Baxê Rewanê" (Sor Yay.), yek jî bi navê "Çîrokên Şêwra Ermenan" (Cervantes Yay.) derxistiye. Xwediyê Xelata Rojnamegeriyê ya Mûsa Anterî û Rojnamegerên Çapemeniya Azad (di beşa nûçeyên kurdî de) yê sala 2023yan e.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.
Hevseroka Komeleya Konê Elîf Dogan: Xebatên me xizmeta nasnameya me dike
Hevseroka Komeleya Ziman û Çandê ya Konê Elif Dogan got: “Ji berî her tiştî tirsa windabûyîna zimên li ser me ye. Li ser xelkê me ye. Berî her tiştî beşdarîya çalakîyên ji bo zimên dibin. Ew jî dizanin ku ziman dergûşa nasnameyê ye.”
Ji Polatliya Enqerê heta Cîhanbeyliya Konyayê çendek sed sal berê kurd ji gelek bajarên herêmê di encama politikayên asimilasyonê de hatin sirgûnkirin û li van bajar, navçe û bajaroke anatolyaya Navîn hatin bi cihkirin.
Ji sed salî zêdetire ku kurdên li van deran hatine bicihkirin bi israrî dev ji çand, orf û adet û zimanê xwe bernedanin. Ligel hemû politikayên tunekirinê yên asimilasyonê jî ew li ser ziman û çanda xwe mane.
Kurdên anatolyaya Navîn bi salane ku hem koverên mîna Bîrnebûn û hem jî herî dawiyê bi navê Komeleya Ziman, Çand û Hunera Konê saziyeke ziman li Kulu-Cîhanbeylîya Konyayê vekirin.
Têkildarî kar, xebat û armanca Komeleya Konê hevseroka wê Elîf Dogan bi bianetê re axivî.
"Em xebatên ziman, çand û hunerê dikin"
Di destpêka axaftina xwe de Doganê diyar ku navê saziyê ji kon tê û wiha got: “Wexta mezinên me ji Kurdistanê hatin bajarê Konyayê, kon vegirtin. Jîyana wan di bin konan da derbas bû. Ji ber vê yekê kon ji bo me tiştekî çandî ye. Em xebatên ziman, çand û hunerê dikin. Xebatên me xizmeta nasnameya me dike.”
“Zarokên niha bi kurdî naaxivin”
Yek ji damezrînera Komeleyê Doganê bal kişand ser armanca bi avakirina komeleyeke ziman û wiha pê de çû: “ Zimanê me, çanda me li ber wendabûyînê ye. Zarokên niha bi kurdî neaxivin. Jîyana dapîr û bapîrên xwe çawa derbas bûye nizanin. Em dizanin lê belê em nifşa dawî ne. Yên piştî me tên nizanin. Ji ber vê komeleya ziman çand û hunerê erka me bû.”
“Çalakyiyên me bi qerebalixî derbas dibin”
Elifê destnîşan kir ku li cihekî wek Anatolyeya Navîn kar û xebatên bi zimanê dayikê rastî eleqeyeke mezin tê û got: “ Em li navçeya Qulekê (Kulu) ne. Gelê me li vir zêde ne. Ji bo vê çalakîyên ku em dikin bi qerebalixî derbas dibin. Beşdarî her çalakîyê dibin. Herdem piştgirîya me dikin.”
‘Ziman dergûşa nasnameyê ye’
Di dawiya axaftina xwe de hevseroka Komeleya Zimanû Çandê ya Konê Elif Doganê ev tişt anî ziman: Ji ber her tiştî tirsa windabûyîna zimên li ser me ye. Li ser xelkê me ye. Ber her tiştî beşdarîya çalakîyên ji bo zimên dibin. Ew jî dizanin ziman dergûşa nasnameyê ye.”
10emîn Festivala Şanoyê ya Amedê bi şiyara “Çiraya me geş dibe” li Çand Amedê dest pê kir. Di festîvalê de bi zimanên Kurdî, Tirkî û Ermenkî dê 12 lîstik bên lîstin û dê heta 4ê Gulanê berdewam bike.
10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê, ku îsal bi dirûşma "Çiraya Me Geş Dibe" tê lidarxistin, li Navenda Çand û Kongreyan a ÇandAmedê bi resepsiyonekê dest pê kir.
Di festîvalê de bi zimanên Kurdî, Tirkî û Ermenkî dê 12 lîstik bên lîstin. Festîvala ku îro dest pê kir, dê heta 4ê Gulanê berdewam bike. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, hevşaredarên navçeyên Amedê jî di navde gelek şanoger û welatî amade bûn.
D festîvalê de peyama şanogerên Rojavayî hat xwendin. Her weha şanogerên Rojavayî di peyama xwe de destnîşan kirin û wiha gotin: “Gelek caran şanoya wan hat qedexekirin. Lê hêza hunermendan her dem ket pêş. Tarîtî ronî kir. Em ji bo hevdîtina gelan û jiyanek birûmet şanoyê pêşkêş dikin. Em ê bi dengê xwe yê azad her dem binivîsinin.”
Hevşaredar Hatun: Me soz dabû gelê xwe
Piştî axaftinên vekirinê, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun axivî. Hatun bîr anî ku berî hilbijartinan wan soz dabû gel ku ew ê bajêr bi çand û hunerê ji nû ve ava bikin û got: "Hevalên me berî 5 salan, dîsa di bin banê şaredariyê de ev festîval dest pê kiribû. Dema qeyûm hatin, valahiyek çêbû, lê hevalên me dîsa ber xwe dan û gelê me, bajarê me bê şano nehiştin. Ji ber vê berxwedana wan, em spasiya wan dikin û li pêşberî wan serê xwe ditewînin."
"Em spasiya her kesê ku ronahî nîşanî me daye dikin"
Hevşaredar Hatun, ku destnîşan kir ku yek ji rêyên ku mirov ji tariyê derbasî ronahiyê dike jî huner e, axaftina xwe wiha domand: "Em hemû dizanin ku huner ronahî ye. Her dema ku tarî li ser hunera Kurdî çêbû, hevalekî me rabû, çira girt destê xwe û ronahî nîşanî me da. Em spasiya kesên ku ev ronahî nîşanî me dane û gihandine îro dikin. Li bajarê me bi hezaran sal e pirzimanî heye. Hunera pirzimanî û pirçandî her tim dê li bajarê Amedê hebe. Ji ber vê yekê, wan ev xebat bi Kurdî, Tirkî û Ermenî li dar xistin. Ev jî cejneke rengên pir xweş e û nîşaneya wê ye ku hemû gel dikarin bi hev re bijîn."
Ji lîstikvanan re plakêt hatin pêşkêşkirin
Piştî pêşkêşkirina lîstikê, Hevşaredar Hatun plakêt pêşkêşî lîstikvanan kir û bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî festîvalê bibin.
Festîval dê 9 rojan bidome
Di festîvala şanoyê ya ku dê di navbera 25ê Nîsanê û 4ê Gulanê de 9 rojan bidome de, li gel pêşkêşkirina lîstikên bi Tirkî, Kurdî û Ermenî, dê xebatên atolyeyê jî hebin.
Çalışmalarını ağırlıklı olarak Diyarbakır ve çevresindeki Kürt illerinde sürdürmektedir. Meslek hayatında, Gazete Duvar, MLSA, 5Harfliler, Kadın İşçi, 9. Köy ve Fikir Gazetesi gibi pek çok...
Çalışmalarını ağırlıklı olarak Diyarbakır ve çevresindeki Kürt illerinde sürdürmektedir. Meslek hayatında, Gazete Duvar, MLSA, 5Harfliler, Kadın İşçi, 9. Köy ve Fikir Gazetesi gibi pek çok platformda haberleriyle yer aldı. Dicle Fırat Gazeteciler Derneği'nde (DFG) medya ve basın sorumlusu olarak görev aldı. Bağımsız gazetecilik anlayışını benimseyen Evrim Deniz, kadın emeği, insan hakları ve toplumsal adalet gibi konulara odaklanmaktadır. Şu anda Bianet’in Diyarbakır muhabiri olarak görev yapmaktadır.