Em ê li bianet kurdiyê dest bi rêzehevpeyvînekê bikin
.jpg)
Em ê ji îro pê de li ser malpera bianet kurdiyê dest bi rêzehevpeyvinekê bikin. Navê rêzehevpeyvîna me “5 Pirs 5 Bersiv” e. Heftê carekê em ê hevpeyvînekê biweşînin. Pirsên me naguherin di vê rêzehevpeyvînê de. Me heman pirs li hemû kesan kir. Lê bersiv... li bendeyî bersiva bin…
Di vê rêzehevpeyvînê de stranbêj, şanoger, sînemager û nivîskar wê bi bersivên xwe, behsa jiyana xwe, xebatên xwe û hin tiştên din bikin.
Em ê bizanibin bê ka di jiyana xwe ya rojane de ji çi hezdikin, dixwazin di jiyaneke çawa de bijîn, di jiyana wan de bûyerên ku herî zêde bandor li wan kiriye çi ne? Her weha wê ji me re behsa mijûliya xwe ya di rojên dawiyê de bikin.
De ka em bi hev re binêrin bê ka stranbêj, şanoger, sînemager û nivîskaran çi bersiv dane 5 pirsên me?
Pirsên ku me kirine ev in:
1- Van rojan tu bi çi mijûlî?
2- Heke careke din tu werî dinê, tu dixwazî çi bikî?
3- Di jiyana rojane de herî zêde kêfa te ji çi re tê ku tu bikî?
4- Dixwaze jiyaneke çawa bijî?
5- Bûyer an jî kesekî/e ku di jiyana te bandoreke mezin li ser te kiribe heye? Hebe bandoreke çawa li te û jiyana te kiriye?
(FD)
Diyarname 29 Reşemî: Ev rojname wê her ji çar salan carekê çap bibe

Weşana kurdî ya Radyoya Swêdê piştî 23 salan bi dawî bû: “Radyo pirek bû”

Muzîka Kurdî 2023: “Nazdar Nazdar”, Koma Amed, Şivan Perwer, hunermendên jin

LI STENBOLÊ WÊ DIBISTANA MUZÎKÊ YA EGÎDÊ CIMOYÊ VEBE
“Em dixwazin Egîdê Cimoyên nû derkevin”

“Dema em li betlaneyê bûn, rêveberiya Kurdistan24ê em ji kar derxistin”
