Berfîn Zenderlioglu: Heke careke din bêm dinyayê dixwazim li dûrî Rojhilata Navîn bijîm

Fotograf: Ercan Arslan
Derhêner û şanoger Berfîn Zenderlîoglû dibêje ew dixwaze jiyane bê şer bijî û naxwaze zarok karên giran bikin. Zenderlîoglûya ku demeke dirêje bi karê şanoyê re mijûl e, di gelek şanoyan de lîstiye û niha jî derhêneriya lîstikên şanoyê dike 5 pirsên me bi van gotinan bersivand:
Kerem bikin em guh bidin Berfîn Zenderlioglûyê:
1- Van rojan tu bi çi mijûlî?
Niha li ser lîstikeke nû dixebitim. Navê lîstikê “Xeyalfiroş”e. Ji xeynê wê jî li Zanîngeha Yedîtepeyê dersen lîstikvanîyê didim û bi şagirtên xwe re eleqeder dibim. Li wir jî min dest bi lîstikekê kir.
2- Heke careke din tu werî dinê, tu dixwazî di rewşeke çawa de bijî? Çi bikî?
Welle heger ku neyêm lînçkirin dikarim vê bêjim: Heke careke din bêm dinyayê dixwazim li dûrî Rojhilata Navîn û ji dûrî êş û keseran, wek reqsvaneke nûjen bijîm. Bi motosîqletekê bajar bi bajar bigerim û helbet ji bo hunereke azad pêk bînim dewlemend bibim. Ev bibin wê ne xerabin.
3- Di nava rojê de herî zêde tu ji çi hezdikî ku bike?
Guhdarîkirina mûzîkan, meşa li kêleka behrê, ger û vexwarina qehweya fîltrekirî.
4- Dixwaze jiyaneke çawa bijî?
Jiyaneke bê şer. Naxwazim bibînim ku di karên giran de zarok bixebitin. Dixwazim di dilê min de bila tiştek jî nîvco nemîne. Mesela di nav xwezayê de, di kêleka çemekî de bi hevalên xwe re avahîyeke çêkim û tenê li ser hunerê bixebitim, bifikirim, biafirînim û bê sansûr bijîm.
5- Bûyer an jî kesekî/e ku di jiyana te bandoreke mezin li ser te kiribe heye? Hebe bandoreke çawa li te û jiyana te kiriye?
Ez nikarim bêjim bûyerek an jî tiştek li ser min de zêde zêde tesîr kiriye. Ji xwe jiyana ku em dijîn bandoreke mezin li ser mirov dihêle. Herî zêde dikarim wek kesekî qala Mîrza Metînî bikim. Ji ber ku gelek karên şanoyê me bi hev re çê kir, ava kir û me anî astekê. Ez bi rehetî dikarim bêjim min di nav şanoyê de, ji disiplîn û xebat û xeyalên wî feyz girtî ye. (FD)
Diyarname 29 Reşemî: Ev rojname wê her ji çar salan carekê çap bibe

Weşana kurdî ya Radyoya Swêdê piştî 23 salan bi dawî bû: “Radyo pirek bû”

Muzîka Kurdî 2023: “Nazdar Nazdar”, Koma Amed, Şivan Perwer, hunermendên jin

LI STENBOLÊ WÊ DIBISTANA MUZÎKÊ YA EGÎDÊ CIMOYÊ VEBE
“Em dixwazin Egîdê Cimoyên nû derkevin”

“Dema em li betlaneyê bûn, rêveberiya Kurdistan24ê em ji kar derxistin”
