DFG: Di Adarê de 16 rojnameger hatine desteserkirin
DFGê Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a meha Adarê aşkere kiriye. DFGê di rapora xwe de diyar kiriye ku di meha Adarê de 8 rojnameger rastî êrişê hatine, 16 rojnameger hatine desteserkirin, rojnamegerek girtine û şopandina nûçeyê ya 12 rojnamegeran jî hatiye astengkirin.