Li herêma Serhedê ji ber berfê rêya gelek gundan hat girtin
Ji ber barîna berfê ya li herêma Serhedê li Wan, Bedlîs, Erdexan, Mûş, Qers, Îdir û Erziromê rêya bi sedan gund û mezreyan hate girtin. Her weha li hin navçeyên Agirî û Îdirê jî dibistan hatin girtin.