Cenazeyên penaberên di dema karkirinê de dimirin, bi zehmetî dişînin welatên wan
Karkerên penaber di karên nefermî de dixebitin. Dema dimirin şandina cenazeyên wan ji bo welatên wan zehmet e. Xwediyên kargehan hinek caran cenazeyan dibin diavêjin daristanan, zibilxaneyan.