449 kes ji ber parvekirinên medyaya civakî hatine desteserkirin
Wezareta Navxweyî aşkere kir ku ji ber parvekirinên medyaya civakî yên derbarê operasyona li ser Efrînê, 449 kes bi tohmeta ku “propagandaya terorê” kirine hatine desteserkirin. Hejmara kesên ku ji ber protestokirina operasyonê hatine desteserkirin 124e.