Rapora İHD, TİHV û Baroya Amedê
“Qedexeya derketina derve li Şirnexê bû sedema trawmayek giran”
Rêxistinên mafan li Şirnexê piştî rakirina qedexeya derketina derve ya 8 mehan berdewam kir dest bi lêkolînê kirin û di encama lêkolînê de diyar kirin ku gel trawmayek giran dijî. Li gorî rapora van rêxistinan divê hilweşandin bilez bê sekinandin û zerara ku derketiye holê bê telafî kirin.