Di 6 mehan de ji 600 carî zêdetir mafên karmendên tenduristiyê û nexweşan hatiye binpêkirin
Komîteya Xaçasor a Navneteweyî aşkere kiriye, li tevahiya cîhanê di 6 mehên ewil yê şewba Covîd-19ê de li dijî sîstema tenduristiyê, nexweş û karmendên tenduristiyê ji 600î zêdetir tundkarî, tacîz û demxekirin pêk hatiye.