Rêjeya enflasyonê li kantînên girtîgehan jî zêde ye
Li Girtîgeha Şakranê di meha Kanûna Paşiyê de, rûnê berberojkan bi 22,25, kîloyeke çayê bi 35,80, nîv kîlo xweyê bi 5,20 lîreyî dihate firotin. 5 lîtir av ji 2,90 lîreyî derketiye 5,20 lîreyî. Bihayê hin tiştan di nava mehekê de ji sedî 100 zêde bûye.