Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Emîne Şenyaşarê gotiye, “Kurê min di girtîgehê de ye lê kujer li derve digerin. Em edaletê dixwazin. Ev çawa edalete? Ev çawa dewlete? Pankartên me didizin, êdî bese. Bila qeydên nexweşxaneyê were derxistin.”