Rapora Tirkiyeyê: Ji bo diyarkirina encamên hilbijartinê HDP hêza sereke ye
Rapora Tirkiyeyê navîniya anketên ku meha borî ji aliyê şîrketên lêkolînê yên Aksoy, Optîmar, Metropol, Area, Yoneylem û ORCê ve hatine weşandin, hesab kiriye. Li gorî raporê Dengê Rêkevtina “Cûmhûr” ber bi kêmbûnê ve diçe, dengê Rêkevtina “Mîllet” her ku diçe zêde dibe û her weha dengên HDPê ji bo diyarkirina encamên hilbijartinê hêza sereke ye.