Qetlîama li Konyayê: 10 kesên desteserkirî hatine girtin
Li Meramê, navçeya Konyayê 10 kesên ji ber êrîşa nîjadperest a li ser malbata Dedeoglûyî hatibûn desteserkirin, hatine girtin. Piştî êrîşê 14 kes hatibûn desteserkirin. Mehmet Altûn, gumanbarê fîrarkirî hê nehatiye girtin.