TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
MAF
Rûpela 139
Hevseroka Giştî ya DBPê Sebahat Tuncel li ber dadgehê hat binçavkirin
10 kesên ku li ser binçavkirina parlementerên HDPê çûbûne ber Dadgehê Amedê hatin binçavkirin.
4 Mijdar 2016
Yuksedag jî bi daxwaza girtinê sawqî dadgehê kirin
Polêsan îro destê sibehê li Enqereyê avêtin ser mala Hevseroka Giştî ya HDPê û piştî binçavkirinê wê birine Amedê. Piştî îfadedayîna li dozgeriyê Yuksekdag bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.
4 Mijdar 2016
Îdrîs Baluken hat girtin
Parlementerê Amedê yê HDPê Îdrîs Baluken hat girtin.
4 Mijdar 2016
Qaymeqamê Xelatê li Şaredariya Pirxûsê weke qayûm hat tayînkirin
Qaymeqamê Xelatê Bulent Tekbiyikoglu li Şaredariya Pirxûsê weke qayûm hat tayînkirin.
4 Mijdar 2016
Demirtaş bi daxwaza girtinê sewqî dadweriyê hat kirin
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş di îfadeya xwe de got: “Ez ti bersivê nadim pirsên we. Ancax gelê min dikare min dad bike.” Piştî îfadeyê Demirtaş bi daxwaza girtinê sewqî dadweriyê hat kirin.
4 Mijdar 2016
Li Amedê teqîn çêbûye
Li Berpirsiyarîya Giştî ya Polîsan a Amedê(Emniyeta amedê) teqînek çêbûye.
4 Mijdar 2016
Rêxistina Bexişînê ji bo Eren Keskin kampanyayek da destpêkirin
Rêxistina Bexişîna Navneteweyî ji bo kesên weke Eren Keskîn, Mahmûd Ebû Zeyd Şavkan, Îlham Tohtî û Edwerd Snowden kampanyaya “Ji mafan binivîse” da destpêkirin.
3 Mijdar 2016
Polîsan dest danin ser pasaporta parlamenter Encu
Parlementerê HDPê Ferhat Encu dema diçû Belçîka Brukselê, polîsan li Balafirgeha Ataturkê dest danîn ser pasaporta wî û nehiştin ku siwarê balafirê bibe.
3 Mijdar 2016
El Baxdadîyî ji DAIŞê re gotiye: Şerê Tirkiyeyê bikin
Qeyda dengekê ku tê îdiakirin dengê El Bexdadîyî ye, cîhadê li dijî Tirkiyeyê îlan dike û fermanê li çekdaran dike ku ‘’şerê Tirkiyeyê bikin.’’
3 Mijdar 2016
Li Îzmîrê çalakiya “Li Hemberî Hemû Derbekirinan Berxwedana Demokratîk”
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê îro di destên xwe de rojnameyên Azadiya Welat, Evrensel û Cumhuriyetê gerandin û bi dovîzên “Çapemeniya Azad bêdeng namîne”, “Hûn nikarin dest daynin ser îradeya gel” ve çalakî lidar xistin.
3 Mijdar 2016
Gönül İlhan
Li Şaredariya Amedê roja yekemîn a qayûmê
Cumali Atilla ku weke qayûm li Şaredariya Amedê hat tayînkirin, di roja yekemîn de kartên personelan ku li ser îmzeya Kişanak heye guhertin. Serokê Daîreya Çad û Hunerê Cevahir Sadak Duzgun geşedanên îro kir û got: “Deriyên ku 7 roj ewil hatibûn şikandin îro dîsa hatin şikandin.”
2 Mijdar 2016
Kişanak, Akat-Ata û Anli li Girtîgeha Kocaeliyê di bin tecrîtê de ne
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û Berdevka KJAyê Ayla Akat Ata piştî ku li Amedê hatin girtin wan birin Girtîgeha Tîpa F ya Kocaeliyê û her sê jî di hucreyan de di bin tecrîtê de ne.
1 Mijdar 2016
Ayça Söylemez
Tolaz azad e
Polîsan dema ku ofîsa Enqereyê ya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê(DIHA) mor kir tûtika bi navê Tolaz di avahiyê de hiştibû hiştin, li gor agahiyan Tolaz azad bûye.
1 Mijdar 2016
Encamên 2 KHKan: Ji 106 zanîngehan 3608 akademîsyen ji kat hatin avêtin
Di encamên her du KHKên bi hejmara 675 û 672an ve ji 106 zanîngehan 3 hezar û 608 akademîsyen ji kat hatin avêtin.
31 Cotmeh 2016
22 cihên Şirnexê dê bibin Herêmên Ewlehiya Taybet
Walîtîya Şirnexê da zanîn ku ji sibeyê pê ve ji bo 15 rojan 22 cihên Şirnexê dê bibin Herêmên Ewlehiya Taybet.
31 Cotmeh 2016
KHKên 676an: DÎHA, JÎNHA û Azadiya Welat hatin girtin
Bi KHKên hejmara 676an ku nû hat îlankirin ve DÎHA, JÎNHA, Azadiya Welat û Yuksekova Haber jî tê de gelek rojname, ajans, kovar û malperên nûçeyan hatin girtin.
31 Cotmeh 2016
Kişanak, Akat-Ata û Anli hatin girtin
Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û Berdevka KJAyê Ayla Akat hatin girtin.
30 Cotmeh 2016
Nadia Mûrad û Lamia Beşar bûn xwediyê Xelata Saxarovê
Her du keçên êzidî Nadia Mûrad û Lamiya Beşar, Xelata Azadiya Fikr û Raman a Saxarov standin.
28 Cotmeh 2016
Grup Yorumê bi enstrumanên şikestî kilîbek çêkirin
Grup Yorumê bi enstrumanên xwe yên ku di serdegirtina polîsan de hatine şikandin ve kilîbek çêkirin.
28 Cotmeh 2016
Walîtîya Amedê qedexeya derketina derve ya li gundên Hênê û Licê rakir
Walîtîya Amedê di 25ê Çiriya Pêşiyê de ji bo 16 gundên navçeyên Hênê û Licê derketina derve qedexe kiribû, walîtîyê îro qedexe rakir.
28 Cotmeh 2016
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Barzanî: Amerîka kurdan ji xwe re naşixulîne, em ji xwe re şerî dikin
Serokê Herêma Kurdistanê-Iraq, Mesûd Barzanîyî da zanîn ku li gor hevpeymanê hêzên Pêşmerge dê neçin navenda Mûsilê.
27 Cotmeh 2016
Derbarê rojnameger Hamza Aktan de kontrola edlî hat rakirin
Rojnameger Hamza Aktan ji ber twitên parvekiriye bi îdiya “propagandaya rêxistinê kiriye” ve tê dadkirin û derbarê wî de heta 5 salan cezayê hepiskirinê tê xwestin. Rûniştina yekem ya dozê îro hat kirin.
27 Cotmeh 2016
Gelek nivîskar ji bo Asli Erdogan û Necmiye Alpay pirtûkên xwe îmze dikin
Gelek nivîskar ji girtina Asli Erdogan û Necmiye Alpay şermezar bikin îro di navbera saetên 12:30-23:00an de li Beyoglu Mephistoyê pirtûkên xwe îmze bikin.
27 Cotmeh 2016
PKKyîyan li Çewligê leşkerek kuştiye
PKKyîyan li ser rêya Çewlig û Dêrsimê teqemenîyek li leşkeran teqandiye û leşkerek kuştiye.
27 Cotmeh 2016
KMM: Di girtîgehan de 905 girtiyên nexweş hene
Komaleya Mafê Mirovan daxuyand ku li girtîgehan 905 girtiyên nexweş hene û rewşa 323 girtiyan giran e û daxwaz kir ku ew demildest serbest werin berdan.
26 Cotmeh 2016
Eren Keskin û Reyhan Çapan îro ji 6 dozên cuda hatin dadkirin
Keskin û Çapan îro ji 6 dozên cuda hatin dadkirin. Ji wan dozan yek bi hinceta “poropagandaya rêxistinê kirine”, 3 bi hinceta “heqarêt li serokwezîr kirine”, 2 jî bi hinceta “TCK 301 (tirkbûnî û saziyên dewleta tirk rûreş kirine” hatine vekirin.
25 Cotmeh 2016
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Şahidan got wan di îşkenceyê de îfade daye lê Çapraz nehat berdan
Sîbel Çapraza girtî ya ku nexweşiya wê giran e, ‘’bi gumana ku dikare bireve’’ nehat berdan.
25 Cotmeh 2016
Ayça Söylemez
Li 16 gundên Amedê derketina derve hat qedexekirin
Li 16 gundên girêdayên navçeyên Lice û Hênê ya Amedê derketina derve hat qedekirin.
25 Cotmeh 2016
Li Bedlîsê operasyon û qedexe
Walîtiya Bedlîsê daxuyand ku li gundên Oleka Jor û Oleka Jêr de operasyon leşkerî tê lidarxistin û li her du gundan derketina derve hatiye qedexekirin.
24 Cotmeh 2016
Iraq: Tirkiye beşdarî Operasyona Mûsilê nebûye
Artêşa Iraqê diyar kir ku îdiayên dibêjin Tirkiye beşdarî Operasyona Mûsilê bûye derew e.
24 Cotmeh 2016
THIV û IHD: Her du parazvanên mafan serbest berdin
Rêxistinên mafan girtina nûnerê THIVê yê Cizîrê Dr. Serdar Kuni û binçavkirina Serokê IHDê ya Şaxa Colemêrgê Îsmaîl Akbulut şermezar kir û xwest ku ew serbest werin berdan.
21 Cotmeh 2016
26 saziyên navneteweyî xwestin ku KHKên îlankirî bên rakirin
Rêxistina Bexişînê ya Navneteweyî jî tê de 26 saziyên sivîl yên navneteweyî bi danezaneke diyar kirin ku bi KHKên (Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de) li Tirkiyeyê hatine îlankirin, mafên mirovan tê binpêkirin û bangî hukimetê kir ku ew yekena werin rakirin.
21 Cotmeh 2016
1
...
137
138
139
140
141
...
148