TUÎKê hejmara kesên di girtîgehan de ne aşkere kiriye
Li gorî îstatîskên ku TUÎKê belav kiriye, di girtîgehên Tirkiyeyê de 291 hezar û 546 kes hene. Bi awayekî din ji her sed hezar kesî 351 kes di girtîgehan de ne. Ji sedî 96,1ê girtiyan mêr e û ji sedî 3,9ê wan jî jin e.