Li Xezeyê 21 hezar û 978 Filistînî hatine kuştin
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê Eşref Kûdrayî got ku 900 hezar zarokên li stargehan bi cîh bûne, di bin serme de ne, bê av in û xwarina wan kêm e, nexweşiyên laşî û derûnî û travma li wan peyda dibin.