OHO 2017
Xebatkarên bianetê behsa tecrûbeyên xwe kirin

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê li Adaya Mezin a Stenbolê bernameyeka bi navê Ji Dibistanan Heta Odeya Nûçenivîsînê(OHO) bi rê ve dibe.
Hevberpirsê weşana bianetê Halûk Kalafat û nûçegihana bianetê Tansû pîşkînê behsa tecrûbeyên xwe kirin.
IPS 10 sal in ku her sal vê bernameyê pêk tîne.
OHO dê di navbera 1-9ê Tîrmehê de pêk bê. Ji 38 zanîngehên li Tirkiye û Bakurê Qibrisê 68 kesên berbijarên rojnamegeriyê beşdar bûn. Ji ber ku par bernameya OHOyê ji ber şertên xerab ên dewletê pêk nehatibû 35 rojnameger îsal beşdarî bernameya îsal bûn.
Di pêvajoya OHOyê de xwendekarên ragihandinê dê digel akademîsyen û rojnamegeran atolyeyan pêk bînin.
Kalafat: Xwendekar dibêjin qey ew hînî ti tiştan nebûne
“Dema xwendekarên beşa ragihandinê ji bo stajê têne nik me. Ew dibêjin qey ew hînî ti tiştan nebûne. Lê heke ew hest bikin ku ew ti nizanin bêguman ew hînî tiştinan bûne. Ji ber ku ew kesên hînî ti tiştan nebûyîn ferq nakin ku ew nizanin jî.
“Dibe ku agahiyên we kêm bin lê ev gava bingehîn a perwerdeyê ye.
“Dema ku kesek bibêje polîsan êrîş kir û dîmenên êrîşê bigire û li Twîtterê belav bike. Wî/wê rojnamegerî kiriye. Mexseda belavkirina vîdeoyê bi mexseda rojnamegeriyê be ew kar jî rojnamegerî ye û ew kes jî rojnameger e.”
Nûçegihana bianetê Tansû Pîşkînê behsa pêvajoya amadekirina nûçeyên xwe kir.(HA/BK/MB)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
