Weşanxaneya Avestayê kitêba “Edebiyata Kurdî” weşand
Weşanxaneya Avestayê kitêba ji nivîsên li ser edebiyata Kurdî yên J.Blau, S.Alexie, S.Vali, A.T.Ahmed, A.Hashimzadeh, E.Amy de la Bréteque, G.Haig û M.Dehqanî pêk tên weşand.

Enstîtûya Kurdan a Parîsê ji sala 2000ê ve bi awayekê perîyodîk kovareka bi navê “Études Kurdes” diweşîne. Kitêb ji wan nivîsan pêk tê ku di kovara navborî de li ser edebiyata Kurdî hatine nivîsîn.
Hin ji mijarên di kitêbê de hatine berhevkirin ev in:
“Ehmedê Xanî, an jî çima ez dinivîsim?” – Sandrine Alexsie
“Dîn û edebiyata kurdên Ehl-î heq” - Shahab Vali,
“Ji Rojhilatê heta rojavayê şeirên Goranî- Amr Taher Ahmed,
“Di romanên nivîskarê kurd, Bextiyar Elî de çawaniya rastiya efsûnî” - Ahmad Hashimzadeh,
“Dîsa hêvî heye, hevpeyvîna bi Emrîkê Serdar re” - Estelle Amy de la Bréteque(MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.