Weşanên Vateyê ‘Fonolojiya Zazakî’ çap kir
Weşanên Vateyê pirtûka ‘Fonolojiya Zazakî’ çap kir. Pirtûk akademîsyen Ahmet Kirkan amade kiriye.

Weşanên Vateyê pirtûka ‘Fonolojiya Zazakî’ çap kir.
Kirkan di berhema xwe da li ser fonetîka diyaelekt û zaraveyên Zazakî/Kirmanckî yên Çewlîg, Dêrsim û Siweregê xebitîye.
Herwiha akademîsyen Kirkanî li ser fonem yanî dengên Kurmancî, Zazakî, Soranî û Hewramî jî xebitîye û ew li gorî zanista fonetîkê nirxandine û rave kirine.
Ahmet Kirkan aniha li Zanîngeha Mardin Artuklûyê akademîsyenê Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî ye.
Berhemên wî:
- Destpêka Edebiyata Klasîk û Zazakî û Bîyîşa Osman Efendî
- Rêzimana Kurdî
- Zazakî û Malmîsanijî Ser o Meqeleyî
Ji bilî van xebatan çendîn gotarên wî yên li ser zimannasî û edebiyata klasîk a kurdî, di çendîn kovar malperên akademîk da çap bûne.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.