Walîtîya Wanê hemî çalakî qedexe kiribûn, tenê ji bo 1ê Gulanê destûr daye
Walîtîya Wanê li wî bajarî ji bo 10 rojan, hemî çalakî qedexe kiribûn. Mîtînga 1ê Gulanê dê li Parka Mûsa Enterî be.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtîya Wanê li wî bajarî ji bo 10 rojan, hemî çalakî qedexe kiribûn. Mîtînga 1ê Gulanê dê li Parka Mûsa Enterî be.
Walîtîya Wanê duhî li ser malpera xwe ya fermî dabû zanîn ku ji bo deh rojan hemî çalakî qedexe ne.
Li ser navê Komîteya Amadekar a 1ê Gulanê Fevzî Yamanî ji bianetê re got ku ew ê bernameya xwe li Parka Mûsa Enterî pêk bînin.
bianetê ev yek ji Emniyeta Wanê pirsî. Rayedarên Emniyetê piştrast kirin ku li Çaryana Kulturê û Parka Mûsa Enterî bername dê bêne pêkanîn lê ji bilî wan deran li her deran hemî çalakî qedexe ne.
Walîtîyê diyar kiribû ku “komên, çepgir û marjînal dê li cihê Hevgiriya Cuhhurê bi ser neketine çalakiyan bikin” ji ber wê yekê wan qedexe îlan kiriye.
(HA/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.
Nivîsên wî/wê yên din
Hrant Dînk hat bibîranîn
20 Çile 2025

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn
28 Mijdar 2024

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine
7 Cotmeh 2024

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin
23 Îlon 2024

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
30 Gulan 2024
