Walîtîya Mêrsînê protestokirina santrala enerjiya nûkleer qedexe kir

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li Akkuyuya Mêrsînê santraleka enerjiya nûkleer dê bê avakirin. Serokkomar û serokê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vladimir Putin dê li Enqereyê bi rêya telekonferansê beşdarî rêûrisma fermî ya li Mêrsînê bibin û avakirina santralê bidin dest pê kirin.
Walîtîya Mêrsînê ji beriya ku rêûrism dest pê bike protestokirina santrala enerjiya nûkleer qedexe kir.
Parêzera Sevîm Kûçûk yek ji endamên Platforma Dij-Nûkleeran e, wê ji bianetê re diyar kir otobûsa ew tê de ne hatiye sekinandin.
“Em welatiyên vî welatî ne û mafê me ye ku em ji derekê bi wesayitên civakî biçin dereka dî”
Polîsan rêya bûsê sekinandiye lê rêwîyên di otobûsê de bi meşê ketine ser rêyê.
Plan ew e ku dê li Akkuyuyê çar santralên enerjiya nûkleer bêne avakirin.(PT/MB)
Sahak Maşalyan bûye petrîkê nû yê ermenîyên Tirkiyeyê

18 roj in ku li Çiyayên Kazê protestoyên aştîyane didomin

Agir bi gundên Suryaniyan ketiye

Li Heskîfê devikên bendavê hatiye girtin, av bilind dibe

Li Gokçeadayê welatiyekî rûm hatiye kuştin
