Li Gokçeadayê welatiyekî rûm hatiye kuştin

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Zafir Pinari, welatiyê rum ê 86 salî du roj berê li mala xwe ya li Girê Zarifeyê yê li Girava Gokçeadayê hatiye kuştin.
Cenazeyê Pinariyî ji bo otopsiyê sirine saziya tiba edlî. Şêweyê kuştina Pinariyî nêrîna li ser kêmar aniye rojevê.
Heta sala 1964ê li giravê bêhtir rûm hebûne û di encama “polîtîkayên tirkkirinê” û “programa mehandinê” de ev rewş guherî ye.
Laki Vingas, Serokê Komeleya Perwerde û Çandê ya Îmrozê û her weha Serokê Weqfa Dêra Panaia ya Ortodoksên Rûm a Yenîkoyê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye: “Dema min ev xebera nexweş bihîst, dîsa heman çîrok hate hişê min. Rûm dewlemend in, pereyên wan zêrên wan zehf in! Êdî bila ev hişmendî biguhere. Di jiyanê de armanca me ya destpêkê ne pere ye, jiyana di nava bextewerî û aramiyê de ye.”
Li ser vê rewşê me xwe gîhand Vingasî û jê pirsî:
“Ew nêrîna ku dibêjin bi fermanan tevdigerin berdewam dike’
“Çi li Stenbolê, çi li Anatolyayê, çi li Gokçeadayê, digel ku civakên kevnar in, nêrîneke wiha li ser kêmaran berdewam dike; dibêjin ‘dewlemend in, têkiliya wan bi derve re heye û bi fermanan tevdigerin’. Em dikin nakin nikarin vê biguherînin.”
“Du pirsgirêkên me yên bingehîn hene, yek ji wan ew e ku her wextê nîqaş li ser girêdana kêmaran a bi welat re çêdibe. Ya din jî, wisa difikirin ku em dewlemend in. Nabêjin em jî weke civakên din di pêvajoyeke xwezayî re derbas dibin.” (PT/FD)
Sahak Maşalyan bûye petrîkê nû yê ermenîyên Tirkiyeyê

18 roj in ku li Çiyayên Kazê protestoyên aştîyane didomin

Agir bi gundên Suryaniyan ketiye

Li Heskîfê devikên bendavê hatiye girtin, av bilind dibe

Polîsan ew kesên çûyîn Meydana Taksîmê desteser kirine
