Vîdeoya ku dema çawişê pispor A.K.P.yî li Geverê, navçeya Colemêrgê li bin guhê Erdem Aşkanê 5 salî xistiye û bûye sedema mirina wî, derketiye holê.
Çawişê pispor ê navborî, di 7ê Hezîranê de li bin guhê Aşkanî xistibû.
bianetê videoya navborî bidest xistiye ku tê de wesayita çawişê pispor A.K.P.yî ya spî xuya dike. A.K.P. li derdora rêya Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê piştî ronahiyên çûnûhatinê derbas dike, ji nişka ve xeta ku ê deye diguherîne.
Paşê kamyon û mîksereke betonê derbas dike û li bin guhê Erdem Aşkanê 5 salî dixe ku tevî dêya xwe û birayê/xwuşka xwe li ber rêyê sekinîne. Çawişê Pispor A.K.P. piştî bûyerê hatibû girtin lê dadgehê ew serbest kiribû û gotibû ku xeta ya zarokî ye.
Dêya Aşkanî li dozgeriyê gotibû ku dema ew dimeşiyan wê qet destê kurê xwe bernedabû.
Çi bûbû?
Roja Pêncşemê wesayita ku çawişê pispor ê li Fermandariya Cendermeyan a Geverê wesîfedar ji Geverê, navçeya Colemêrgê ber bi Wanê ve diçû. Wesayitê li bin guhê Erdem Aşkanê 5 salî xist. Aşkan bi qasî 50 metroyî pekiyaye. Çawişê pispor û kesên li derûdorê kom bûne, nîqaş kiriye û çawişî çeka xwe derxistiye û berê wê daye welatiyan. Paşê ji wir reviyaye.
Ekîbên lêkolîna cihên bûyerê û polîsên çûnûhatinê piştî lêkolîn kiriye, cenazeyê Aşkanî birine Nexweşxaneya Dewletê ya Dewletê. Serdozgeriya Komarî ya Geverê lêpirsîn daye destpêkirin. Li gorî zanyariyan, çawişê pispor ê wesayit bikar dianî, li Midûriyeta Emniyetê ya Geverê hatiye desteserkirin.
Erdal Aşkan, bavê Erdem Aşkanî ji bianetê re behsa bûyerê kir û got ku, “Çawişê pispor bi siret hatiye û li bin guhê kurê min Erdem xistiye ku li ber rê bû. Hevjîna min û zaroka/ê min a/ê din a/ê 6 salî jî li wir bûn, ew filitîne.”
Çawişê pispor piştî li emniyetê îfade daye, şandine dozgeriyê. Dozgeriyê li gorî zabitnameya li cihê bûyerê hatiye amadekirin, tevgeriyaye û gotiye ku zarok sûcdar e. Her weha daxwaz kiriye ku A.K.P bi şertê kontrola edlî bila serbest bibe û ew şandiye Dadwerî.
Dadweriya Aştî û Cezayî ya Geverê jî li gorî daxwaza dozgerî tevgeriyaye û bi şertê ku heftê carekê îmzeyê biavêje ew serbest kiriye. (NT/FD)
Mart 2023'ten beri bianet editörü. İngilizce Öğretmenliği mezunu. 2012-2016 Dicle Haber Ajansı (DİHA) İngilizce haber editörü ve muhabiri. "Türk'ün gücünü göreceksiniz" haberiyle 2015'te Musa Anter Gazetecilik...
Mart 2023'ten beri bianet editörü. İngilizce Öğretmenliği mezunu. 2012-2016 Dicle Haber Ajansı (DİHA) İngilizce haber editörü ve muhabiri. "Türk'ün gücünü göreceksiniz" haberiyle 2015'te Musa Anter Gazetecilik Ödülü'nü aldı. Gazetecilik faaliyetlerinden dolayı 6 yıl 7 ay tutuklu kaldı. "Kuş Aynası" ve "Über Mauern" adlı kitapları bulunuyor. 2022 Halkevleri Basın Sanat Dayanışma Ödülü sahibi. PEN İngiltere ve PEN Melbourne Onur Üyesi.
Alîkarê Serokê Meclîsê û Parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM Partî) Sirri Sureyya Onder di 3ê Gulanê de li nexweşxaneya ku lê derman dibû koça dawî kir û duh (4ê Gulanê) li Goristana Zîncîrlîkuyuyê hate binaxkirin.
Şaredariya bajarokê Bulam a Semsûrê navê kolanekê guherand û navê endamê Şandeya Îmraliyê û Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder li kolanê kir.
Di 7ê Gulana 2025an de, şaredariya ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de ye, bi biryareke yekdengî navê kolana ku weke "Kolana Şaredariyê" tê zanîn guherand û kir "Kolana Sirri Sureyya Onder."
José "Pepe" Mujica di 89 saliya xwe de koça dawî kir
Mujica, siyasetmedarekî şoreşger bû ku di ciwaniya xwe de li dijî dîktatoriya li Uruguayê beşdarî têkoşîna çekdarî bûye. Her weha demeke dirêj di girtîgehê de maye û piştre bû serokê wî welatî. Mujica mûçeyê xwe ji hejaran re hîşt û wesiyet kir ku dema ew mir li kêleka kûçikê wî, wî binax bikin.
Serokê berê yê Uruguayê José "Pepe" Mujica roja Sêşema 13ê Gulanê di 89 saliya xwe de koça dawî kir.
Mujica piştî têkoşînek dirêj li dijî penceşêra sorîçikê ku li kezeba wî belav bûbû, li Montevideo, paytexta Uruguayê mir. Mujica diyar kir ku ew dixwaze mayîna jiyana xwe bi aramî derbas bike û dixwaze ku di mehên xwe yên dawîn de neyê dermankirin.
Gerîlayê Tupamarosê bû
Gerîlayên Tupamarosê li dijî dîktatoriyê têdikoşiyan. Mujica yek ji gerîlayên Tupamarosê bû. Dîktatoriya li Uruguayê piştî ku serokê wê demê Juan María Bordaberry di 27ê Hezîrana 1973an de parlamento hilweşand dest pê kir. Berî dîktatoriyê Mujica gerîlatiya bajêr dikir û piştre hat girtin û 14 sal di girtîgehê de ma.
Piştî hilweşîna dîktatoriyê di sala 1985an de, di serdema ku Tupamarosê berê xwe da siyasetê, Mujica pêşî di hikûmetê de wekî Wezîrê Ajaldarî, Çandinî û Masîgiriyê xebitî û piştre ji 2010 heta 2015an wekî Serokkomar hate hilbijartin.
Mujica di dema serokatiya xwe de reformên wekî qanûnîkirina zewaca hevzayendan, mafên kurtajê û qanûnîkirina bikaranîna esrarê pêk anî û bi van reforman hat naskirin.
Pepe diyar kir ku ew ê salên xwe yên dawî bi jina xwe re li mala xwe ya li Montevideoyê derbas bike. Mujica mûçeyê xwe ji hejaran re hîşt û wesiyet kir ku dema ew mir li kêleka kûçikê wî, wî binax bikin.