TJN bi lîstika “Tenê Ez” û “Bêrû”yê wê li Stenbolê derkeve ser dikê
Teatra Jiyana Nû wê di meha Çiriya Paşiyê de her du lîstikên xwe li sê cihên cida ên Stenbolê bilîze.

Teatra Jiyana Nû (TJN) ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) wê di navbera 21 û 29ê Çiriya Paşiyê li Stenbolê du lîstikên xwe bilîze.
TJN wê lîstika xwe ya bi navê “Tenê Ez” û ya bi navê “Bêrû” di 21, 22, 23 û 29ê Çiriya Paşiyê li Şîşliyê, Kadikoyê û Kartalê, li sê navendan bilîze.
Cih û dîrokên ku wê lîstik bên nîşandan wiha ne:
Bêrû
* 21ê Çiriya Paşiyê saet: 20.00 – Navenda Çandê ya Bariş Mançoyî ya Kadikoyê
* 29ê Çiriya Paşiyê saet: 20.00 – Navenda Çandê ya Hasan Alî Yucelî ya Kartalê
Tenê Ez
* 22yê Çiriya Paşiyê saet: 20.00- Navenda Çandê ya Bariş Mançoyî ya Kadikoyê
* 23yê Çiriya Paşiyê saet: 20.00- Navenda Çandê ya Nazim Hîkmetî ya Şîşliyê
(FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.