Sîmîr Rûdanî ji bo strana xwe klîbek bi awayê anîmasyon weşandiye
Sîmîr Rûdanî ji bo strana xwe ya bi navê “Strana Me” klîbek amade kiriye ku bi awayê animasyon e.

Muzîkjen Sîmîr Rûdanî ku beriya niha bi demekê albuma xwe ya duyem bi navê “Kevî” derxistibû, klîba xwe ya duyem amade kiriye û weşandiye.
Bixwîne - Albûma “Kevî”yê ya Sîmir Rûdanî derketiye
Rûdanî piştî derketina albüme klîb ji bo strana xwe ya “Hêsirên Veşartî” kişandibû û klîba xwe ya duyem ji bo strana bi navê “Strana Me” amade kiriye û weşandiye.
Taybetiya vê klîbê ew e ku bi awayê animasyon hatiye amadekirin.
Strana ku balê dikişîne ser jingehparêzî û ajalparêziyê, li gorî wê jî klîbek ji bo wê hatiye amadekirin. Girîngiya parastina xwezayê û ajalan di stranê de û her weha di klîde derketiye pêş.
Derhênerê vê klîbê Alkım Serbest e. Ûlaş Sabahattîn Çelîkî jî ji bo amadekirina klîbê alîkariya darayî bi Rûdanî re kiriye. (FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.