Şanoya Bajêr a Amedê li Îzmîrê derdikeve pêşberî şanohezan

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lîstikên Şanoya Bajêr a Amedê yên bi navê “Dawiya Dawî” û “Qirix” piştî li Amed, Wan û Stenbolê hatin pêşkêşkirin di 6 û 7ê Tîrmehê de wê li Îzmîrê bên nîşandan.
Stand-up a bi navê “Dawiya Dawî” ya ji hêla lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Ozcan Ateş ve hatiya nivîsandin, wê di 27ê Gulanê de bê pêşkêşkirin ku Ateş mijarên civakî bi serpêhatiyên xwe ve dihûne.
Karêkterê karîkatura navdar Qirix ê ku ji hêla karîkaturîst Doxan Guzel ve hatiye afirandin jî dê di 28ê Gulanê roja yekşemê bê nîşandan.
Lîstik ji hêla Kemal Gokhan Gurses ve ji bo şanoyê hatiye amadekirin û tê birêvebirin. Dîsa di lîstikê de şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê Yavûz Akkûzû, Elvan Koçer û Sena Ozbey dilîzin.
Lîstik wê du rojan li Navenda Kongre û Pêşangehê ya Tepekûleyê saet 20.00 û 21.15yê de bên nîşandan. (BD/AS/FD)
Civata Huner&Çand a Amîdartê wê “deng”ên Amedê tomar bikin

Li Amîdartê hevdîtinên online destpê kirine

Dadgehê ji ber afîşeka filmekî ceza daye Veysî Altay û Dîcle Anterî

Walîtiya Edeneyê şanoyên bi kurdî qedexe kiriye

BÎRCAN DEGIRMENCIYÊ NIVISIYE
Demsala nû ya Şanoya Bajêr a Amedê wê bi "Tartuffe" dest pê bike
