Rûşen Alkar wê li Kadikoyê konserekê bide
Rûşen Alkar wê piştî du salan li Kadikoyê konserekê bide. Alkar wê stranên ji albûma xwe ya bi navê "Sebr" û "Hêdî Hêdî" bistrîne.

Rûşen Alkar wê piştî du salan li Kadikoyê konserekê bide. Alkar wê stranên ji albûma xwe ya bi navê "Sebr" û "Hêdî Hêdî" bistrîne. Alkar di muzîka xwe de şêwazên post-funk, caza hevçerx û funkê ligel muzîka gelerî ya Kurdî diceribîne û distrîne.
Konsera Alkarê 9ê Nîsanê wê li KargARTê pêk were. Di gîtarê de Bora Çeliker, kemanê de Serdar Baba, bas gîtarê de Alper Yilmaz û di perkûsyonê de jî Farhood Khademi wê tevlî Alkarê bin.
Konsera Rûşen Alkarê ya vê şemîyê bi organîzasyonê Chalak Eventsê wê pêk were. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.