Rojnamegerên jin dibin hedefa tûndkariya dijîtal

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî rojnamegerên jin ji hevpîşeyên xwe yên mêr zêdetir dibin hedefa tûndkariya dijîtal.
Navenda Rojnamegerên Navneteweyî(ICFJ) û Rexistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî(UNESCO) li ser rojnamegerên jin bi mijarên tûndkarî û tacîza onlîne lêkolînek çêkirine.
Nêrîna 714 rojnamegerên jin hatine girtin
Ji bo lêkolînê li 113 welatan nêrîna 714 rojnamegerên jin hatine giritin. Encamên lêkolînê weha ne:
*Ji sedî 73ê rojnamegerên jin yên ku tevlî lêkolînê bûne, gotine em rastî tûndkarîya onlîne hatine.
*Ji sedî 25ê rojnamegerên jin gotine em rastî tûndkariya fîzîkî hatine û ji sedî 18an jî gotine em rastî tûndkariya zayendî hatine.
*Ji sedî 26ê rojnamegerên jin yên ku rastî tûndkariyên hatine, neçar mane piştgiriya psikolojik bigirin, ji sedî 11ê wan jî ji cîhê kar destûr girtine û demek ji kar dûrketine.
*Ji sedî 48ê rojnamegerên jin gotine em rastî tacîza onlîne hatine.
*Ji sedî 47ê rojnamegerên jin herî zêde dema nûçeyên têkildarî zayendan çêdikin, ji sedî 44ê wan ji ber nûçeyên sîyasî û ji sedî 31ê wan jî ji ber ku nûçeyên têkildarî mafên mirovan çêdikin rastî tûndkariyê tên.
*Ji sedî 41ê rojnamegeran sedema bûyerên tûndkariyê kampanyayên dezenformasyonê yên li înternetê de ne nîşan dane.
*Rojnamegerên jin gotine di nava platformên civakî de ya zêdetir bêewle Facebook e û piştre jî Twîtter e.
*Ji sedî 25ê rojnamegerên jin yên ku rastî tûndkariya onlîne hatine, ji xwedîkarê xwe re behsa mijarê kirine.
*Ji sedî 30ê rojnamegerên jin gotine, tûndkariya zêde ew neçar kirine k udi nûçeyan de otosansur bikarbîne.(EMK/AY)