Roja înê Onderoglû û Korûr-Fîncanci dê bêne dadkirin

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Hersê rojnamegerên ku ji bo hevgiriya digel Ozgûr Gûndemê bûbûn berpirsên weşana wê, bi hêceta wan ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ kirine hatibûn girtin.
Lêpirsînnameya girtiyan hêj li dadgehê ye.
Lêpirsînnameya berpirsê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas û rapornivîsê bianetê Erol Onderoglû û ya berpirsa Weqfa Mafên Mirovan Şebnem Korur Fîncanciyê li Dadgeha Cezayên Giran a 13. e.
Tê çaverêkirin ku Korur Fîncanci û Onderoglû li roja înê bêne dadkirin.
Lêpirsînnameya Ahmet Nesînî li Dadgeha Cezayên Giran a 14. e û ne dîyar e ka ew ê kengê bê dadkirin.
Lêpirsîna li ser 50 kesan
Dozgerê bi navê Eşref Durmûş li 20ê Hezîranê biryara girtina hersê rojnamegeran dabû.
Li ser 50 kesan bi heman sebebê(berpirsiyariya weşanên Ozgûr Gûndemê) lêpirsîn hatine kirin. Ji lêpirsînên li ser 50 kesan ji bo 16 kesan doz hatiye vekirin. (EA/MB)
Ahmet Şik û Murat Sabuncu beşdarî Nobeta Edaletê bûn

DOZA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Dadgehê biryara tehliyeyê ji bo Ahmet Şik û Mûrat Sabûncûyî da
Rojnameger Ertûgrûl Mavîoglûyî beraet kir

Nûçeya “Erdoganî daxwaza sansûrê kir” jî hat sansûrkirin

5emîn CIVÎNA DADGEHKIRINA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Biryar hat standin ku rojnameger girtî bimînin
