Nûçeya “Erdoganî daxwaza sansûrê kir” jî hat sansûrkirin

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokomarê Recep Tayyîp Erdogan ji Twitterê xwestibû karîkatûrên karîkatûrîstê Brezîlî Carlûs Latûffî kiribû bên sansûrkirin, bianet jî tê de li 15 cihan nûçeya vê bûyerê hatibû nivîsîn bi daxwaza Erdoganî ew nûçe jî hatin astengkirin.
Dadgerê Dadgeriya Stenbolê ya 9. a Sûlh û Cezayan, Îsmaîl Taşî da zanîn ku nûçeyên berbehs “mafên şexsiyetan binpê dikin.”
Nûçe li ser çi bû?
Carlos Latuffî karîkaturîstê Brezîlî li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kir ku parêzerên Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Tayyîp Erdoganî daxwaz ji Twitterê kirine ku karîkaturên wî werin astengkirin.
Latuffî biryara astengkiriyê ya li ser daxwaza Erdoganî hatiye serxistin, li ser hesabê xwe yê Twitterê par ve kir.
Ji bo xwendina hemîya nûçeyê li vê derê bitikîne.(EA/MB)
Carlûs Latûff |
|
30ê Çiriya Paşiyê ya 1968ê li Rio de Janeiroyê ji dayik bûye. Çepgir e û bi karîkaturên xwe yên muxalif tê naskirin.
Derbarê pevçûna Israîl û Filistînê û serhildanên Ereban de karîkatûran çêdike û yek ji wan navan e ku herî zêde hikûmeta AKPyê û Erdoganî rexne dike. |
Ahmet Şik û Murat Sabuncu beşdarî Nobeta Edaletê bûn

DOZA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Dadgehê biryara tehliyeyê ji bo Ahmet Şik û Mûrat Sabûncûyî da
Rojnameger Ertûgrûl Mavîoglûyî beraet kir

5emîn CIVÎNA DADGEHKIRINA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Biryar hat standin ku rojnameger girtî bimînin

Hûnermend û mafparêzan got: Hûn nikarin Osmanî bikin yekê sûcdar
