Reşo Zelalî strana Halûk Leventî bi kurdî stra
Reşo Zelalî bi rêveriya derhênerê muzîkê Bariş Guneyî strana Halûk Leventî ya bi navê “Anlasana” bi kurdî stra.

Hunermend Reşo Zelalî, strana Halûk Leventî ya bi navê “Anlasan” bi kurdî stra. Zelalî gotinên stranê wergerandiye kurdî û bi navê “Hembêz Bike” weşand. Derhênerê muzîkê yê stranê Bariş Guney e.
Stran li Londonê hate tomarkirin û li ser hesabê YouTube yê Red Musicê hate weşandin.
Halûk Leventî gotinên strana “Anlasana” nivîsand û muzîk jê re çêkir. Stran di albûma Leventî ya bi navê “Mektup”ê de cih girtibû ku di sala 1997an de derketiye. (SA/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.