Albûma XEMî ya bi navê biyan ji Red Music Digitalê derket. Wî li ser Rapê ji bianetê re got: Rap jî û kurdî jî serhildêr in. Gelek li hev tên. Rîtma kurdîyê jî gelekê li pêlên mûzîka rapê tê.
Min li kolana Îstîklalê pişta xwe da dîwarekê li benda XEMî mam. Defterokeka biçûk di destên min de bû û min pirsên xwe kontrol dikirin. Dengê XEMî yê bi berguhikê diçû guhê min gotinên li jor digotin. Hingê xweyîyê gotinan bi rîtmên rapê xwe vedihêjand û di kolanê de dimeşiya. Dema min bi vîzorê lê nêrî ev wêneyê li jorê derket.
Ji bo pirsan bikim em çûn kafeyeka nêzîk.
Gelo tu difikirî ku kurdî û rap li hev tên?
(Piştî bi sîtîla rapbêjan destê xwe yê rastê ber bi min ve hêjand) Miraaad! “My dude!”(hevalê nêzîk) rap jî û kurdî jî serhildêr in. Gelek li hev tên. Rîtma kurdîyê jî gelekê li pêlên mûzîka rapê tê. Vê yekê ne ez bi tenê dibêjim hevalên min ên biyanî dibêjin.
Li Stenbolê gelek rapbêj hene ku bi kurdî dibêjin, te albûmek derêxist gelo tu difikirî ku te rê ji bo repbêjan vekiriye?
Ez vê yekê bi zelalî dibêjim li Bakur û Tirkiyeyê barê rapa kurdî maye li ser milê min. Ez dikarim navê 8 rapbêjan bihejmêrim ku ew li Stenbolê dijîn. Em hene lê li platformên mûzîkê nînin. Ez her dem hewil didim guvaşê li ser hevalên xwe jî çêbikim ku ew jî berheman çêbikin. Em distirin, lê li platformên mûzîkê nînin. Ez gelek dixwazim dostên wek Ronî Artîn û Reqso jî berheman derbêxin. Ez qebûl dikim ku civata guhdaran û pîyasaya rapa kurdî nîne. Lê divê ya kêm li platformên mûzîkê 10-15 nav hebin, ev yek reqabetê çêbike û bi reqabetê pîyaseyek çêbibe. Rapbêj ji beriya dest bi gazindên ji guhdaran bikin divê erkên xwe bi xwe pêk bînin. Çar sal in ku em nikarin behsa berhemeka nû ya rapê bikin.
We par bi hev re “Kurdish Rap Night” pêk anî ma ne?
Konsera Kurdish Rap Nightê - Wêne: Murat Bayram / bianet
Ya rastî min pêk anî. Paşê hevalên min jî bûn alîkar. Lê ji bo nimûne ez dixwazim konseran li Silêmanî, Hewlêr, Wan, Amed, Dêrsim û Stenbolê pêk bînim. Min amadekarî temam kirin lê hevalên min ne amade bûn ku bi min re bên. Ew plan jî pêk nehat.
Vêca yê çi çêbibe?
Me ew lûks nîne ku em li benda organîzasyonan(bername-çêkeran) bibînin ku ew ji me re bernameyan pêk bînin. Tirkan, Almanan, Amerîkayîyan jî bi wî awayî dest bi rapê kiribûn.
Hevkariya te û rapbêjên tirk heye?
Belê. Ez û Ezhel, Patron, Dj Suppa, Aga B. heval in. Çend salekê berê Ezhelî bi rêya Facebookê ji min re nivîsî. Wî got ew li Kurdî-Dera Enqereyê hînî kurdîyê dibe û lêkolînê li ser rapa kurdî dike. Wî got rapbêjiya min û Rêzanî gelek bala wî dikêşe divê em albûman çêbikin. Paşê me hev nas kir û ew gelek bûn hevkar û piştgir.
(Azîz Aslan*) Çi têkiliya rapa kurdî û popûlîzmê heye?
Popûlerbûn rêyeka giheştina civakê ye. Gelek hûnermendên jêhatî hene lê ji ber ku ne berçav in keda wan veşartî ye. “Underground” an jî paşperdebûn rêyê li ber me digire. Em dixwazin berhemên xwe û mûzîka xwe li nav civakê belav bikin û qasî dibînim em bi ser jî ketine. Gelek ciwan, pîr, keç û kur bi stranên min self-vîdeoyan digirin û ji min re dişînin an jî li medyaya civakî parve dikin. Ji xwe mûzîka min welê ye ku dikare li salonên dawetê, li meydanan, “club”an an jî li erebeyan bê guhdarîkirin.
Gelo em dikarin bibêjin rapa te jî bi taybetîyên xwe ji rapa giştî cida ye?
Êdî dîwar di navbera stîlên mûzîkê de nemaye. Tevlihevkirina tarzan rêyekê vedike ku mûzîkên xweser bêne çêkirin. Ji bo nimûne strana Newrozê: Rap, House û pop e. Strana biyanê: Rap, Afro-trap û R&B ye. Strana payîzê: Rap, R&B û Raggae ye.
Albûma te ji sê stranan pêk tê, jimara stranan ma ne hindik e?
Na. Em çawa cureyên nû yên mûzîkê dişopînin herweha em cureyên nû yên belavkirina mûzîkê jî dişopînin. Êdî trend ew e ku single(yek stran) an jî EP tê derêxistin. Em dikarin ji EPyê re bibêjin albûma biçûk e. Sê stran ji bo vê curreyê bes in. Ya rastî me 10 stran amade kiribûn lê me lê nêrî mêla mûzîka cîhanê ber bi EPyê ve ye.
Ew stranên dî?
Em ê du EPyên dî jî çêbikin. Li yekê sê û li yekê çar stran dê hebin. Herdu EPyên nû dê îsal derbikevin.
Vêca behsa klîba xwe bike...
(Piştî kenîyanê) Min û hevalêkî xwe pêşiyê ji bo strana “Biyan” klîbek çêkiribû. Paşê tam ne li gor dilê min bû. Ozgur Kurt klîba nû çêkir. Me eyar nekiribû ku di dema Newrozê de bê weşandin lê li hev hat. HDPyê jî stran ji bo newrozê weşand. Li Başûr jî di televizyonên wek Vîn TVyê de tê weşandin.
(MB)
*Me li medyaya civakî ragihand ku em ê bi XEM re hevpeyvînekê bikin. Pirsa pêşiyê Azîz Aslanî kir. Me pirsa wî ji XEMî pirsî.
Gazeteci, Botan International'in kurucusu.
2016-2020 yıllarında bianet Kurdî editörü olarak çalıştı. Serbest gazeteci olarak Diyarbakır’da Middle East Eye, Al Jazeera International, Deutsche Welle, RT TV ve the...
Gazeteci, Botan International'in kurucusu.
2016-2020 yıllarında bianet Kurdî editörü olarak çalıştı. Serbest gazeteci olarak Diyarbakır’da Middle East Eye, Al Jazeera International, Deutsche Welle, RT TV ve the New York Times için çalıştı.
Kürt medyasında beş yıl Kurd1 TV, Evro Gazetesi, Waar TV ve Kurdistan24 televizyonunda haber editörü, köşe yazarı ve muhabir olarak çalıştı.
Oxford Üniversitesi, Reuters Gazetecilik Çalışmaları Enstitüsü uluslarası gazetecilik yarışmasını kazanarak “fellowship” programı katılımcısı (2019) oldu. Program kapsamında Oxford Üniversitesinde yaz dönemi “dijital gazetecilik” eğitimi aldı.
Belkî îşev binive (Belki bu gece uyur, Avesta Yayınları) öykü kitabının yazarı.
Los Angeles, California Üniversitesi (UCLA)-KAES tarafından "en yaratıcı ve orjinal yazan genç yazar" (2012) Güneydoğu Gazeteciler Cemiyeti tarafından Kürtçe haber ve program dalında "yılın gazetecisi"(2014) ödüllerine layık görüldü.
Hevseroka Komeleya Konê Elîf Dogan: Xebatên me xizmeta nasnameya me dike
Hevseroka Komeleya Ziman û Çandê ya Konê Elif Dogan got: “Ji berî her tiştî tirsa windabûyîna zimên li ser me ye. Li ser xelkê me ye. Berî her tiştî beşdarîya çalakîyên ji bo zimên dibin. Ew jî dizanin ku ziman dergûşa nasnameyê ye.”
Ji Polatliya Enqerê heta Cîhanbeyliya Konyayê çendek sed sal berê kurd ji gelek bajarên herêmê di encama politikayên asimilasyonê de hatin sirgûnkirin û li van bajar, navçe û bajaroke anatolyaya Navîn hatin bi cihkirin.
Ji sed salî zêdetire ku kurdên li van deran hatine bicihkirin bi israrî dev ji çand, orf û adet û zimanê xwe bernedanin. Ligel hemû politikayên tunekirinê yên asimilasyonê jî ew li ser ziman û çanda xwe mane.
Kurdên anatolyaya Navîn bi salane ku hem koverên mîna Bîrnebûn û hem jî herî dawiyê bi navê Komeleya Ziman, Çand û Hunera Konê saziyeke ziman li Kulu-Cîhanbeylîya Konyayê vekirin.
Têkildarî kar, xebat û armanca Komeleya Konê hevseroka wê Elîf Dogan bi bianetê re axivî.
"Em xebatên ziman, çand û hunerê dikin"
Di destpêka axaftina xwe de Doganê diyar ku navê saziyê ji kon tê û wiha got: “Wexta mezinên me ji Kurdistanê hatin bajarê Konyayê, kon vegirtin. Jîyana wan di bin konan da derbas bû. Ji ber vê yekê kon ji bo me tiştekî çandî ye. Em xebatên ziman, çand û hunerê dikin. Xebatên me xizmeta nasnameya me dike.”
“Zarokên niha bi kurdî naaxivin”
Yek ji damezrînera Komeleyê Doganê bal kişand ser armanca bi avakirina komeleyeke ziman û wiha pê de çû: “ Zimanê me, çanda me li ber wendabûyînê ye. Zarokên niha bi kurdî neaxivin. Jîyana dapîr û bapîrên xwe çawa derbas bûye nizanin. Em dizanin lê belê em nifşa dawî ne. Yên piştî me tên nizanin. Ji ber vê komeleya ziman çand û hunerê erka me bû.”
“Çalakyiyên me bi qerebalixî derbas dibin”
Elifê destnîşan kir ku li cihekî wek Anatolyeya Navîn kar û xebatên bi zimanê dayikê rastî eleqeyeke mezin tê û got: “ Em li navçeya Qulekê (Kulu) ne. Gelê me li vir zêde ne. Ji bo vê çalakîyên ku em dikin bi qerebalixî derbas dibin. Beşdarî her çalakîyê dibin. Herdem piştgirîya me dikin.”
‘Ziman dergûşa nasnameyê ye’
Di dawiya axaftina xwe de hevseroka Komeleya Zimanû Çandê ya Konê Elif Doganê ev tişt anî ziman: Ji ber her tiştî tirsa windabûyîna zimên li ser me ye. Li ser xelkê me ye. Ber her tiştî beşdarîya çalakîyên ji bo zimên dibin. Ew jî dizanin ziman dergûşa nasnameyê ye.”
10emîn Festivala Şanoyê ya Amedê bi şiyara “Çiraya me geş dibe” li Çand Amedê dest pê kir. Di festîvalê de bi zimanên Kurdî, Tirkî û Ermenkî dê 12 lîstik bên lîstin û dê heta 4ê Gulanê berdewam bike.
10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê, ku îsal bi dirûşma "Çiraya Me Geş Dibe" tê lidarxistin, li Navenda Çand û Kongreyan a ÇandAmedê bi resepsiyonekê dest pê kir.
Di festîvalê de bi zimanên Kurdî, Tirkî û Ermenkî dê 12 lîstik bên lîstin. Festîvala ku îro dest pê kir, dê heta 4ê Gulanê berdewam bike. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, hevşaredarên navçeyên Amedê jî di navde gelek şanoger û welatî amade bûn.
D festîvalê de peyama şanogerên Rojavayî hat xwendin. Her weha şanogerên Rojavayî di peyama xwe de destnîşan kirin û wiha gotin: “Gelek caran şanoya wan hat qedexekirin. Lê hêza hunermendan her dem ket pêş. Tarîtî ronî kir. Em ji bo hevdîtina gelan û jiyanek birûmet şanoyê pêşkêş dikin. Em ê bi dengê xwe yê azad her dem binivîsinin.”
Hevşaredar Hatun: Me soz dabû gelê xwe
Piştî axaftinên vekirinê, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun axivî. Hatun bîr anî ku berî hilbijartinan wan soz dabû gel ku ew ê bajêr bi çand û hunerê ji nû ve ava bikin û got: "Hevalên me berî 5 salan, dîsa di bin banê şaredariyê de ev festîval dest pê kiribû. Dema qeyûm hatin, valahiyek çêbû, lê hevalên me dîsa ber xwe dan û gelê me, bajarê me bê şano nehiştin. Ji ber vê berxwedana wan, em spasiya wan dikin û li pêşberî wan serê xwe ditewînin."
"Em spasiya her kesê ku ronahî nîşanî me daye dikin"
Hevşaredar Hatun, ku destnîşan kir ku yek ji rêyên ku mirov ji tariyê derbasî ronahiyê dike jî huner e, axaftina xwe wiha domand: "Em hemû dizanin ku huner ronahî ye. Her dema ku tarî li ser hunera Kurdî çêbû, hevalekî me rabû, çira girt destê xwe û ronahî nîşanî me da. Em spasiya kesên ku ev ronahî nîşanî me dane û gihandine îro dikin. Li bajarê me bi hezaran sal e pirzimanî heye. Hunera pirzimanî û pirçandî her tim dê li bajarê Amedê hebe. Ji ber vê yekê, wan ev xebat bi Kurdî, Tirkî û Ermenî li dar xistin. Ev jî cejneke rengên pir xweş e û nîşaneya wê ye ku hemû gel dikarin bi hev re bijîn."
Ji lîstikvanan re plakêt hatin pêşkêşkirin
Piştî pêşkêşkirina lîstikê, Hevşaredar Hatun plakêt pêşkêşî lîstikvanan kir û bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî festîvalê bibin.
Festîval dê 9 rojan bidome
Di festîvala şanoyê ya ku dê di navbera 25ê Nîsanê û 4ê Gulanê de 9 rojan bidome de, li gel pêşkêşkirina lîstikên bi Tirkî, Kurdî û Ermenî, dê xebatên atolyeyê jî hebin.
Çalışmalarını ağırlıklı olarak Diyarbakır ve çevresindeki Kürt illerinde sürdürmektedir. Meslek hayatında, Gazete Duvar, MLSA, 5Harfliler, Kadın İşçi, 9. Köy ve Fikir Gazetesi gibi pek çok...
Çalışmalarını ağırlıklı olarak Diyarbakır ve çevresindeki Kürt illerinde sürdürmektedir. Meslek hayatında, Gazete Duvar, MLSA, 5Harfliler, Kadın İşçi, 9. Köy ve Fikir Gazetesi gibi pek çok platformda haberleriyle yer aldı. Dicle Fırat Gazeteciler Derneği'nde (DFG) medya ve basın sorumlusu olarak görev aldı. Bağımsız gazetecilik anlayışını benimseyen Evrim Deniz, kadın emeği, insan hakları ve toplumsal adalet gibi konulara odaklanmaktadır. Şu anda Bianet’in Diyarbakır muhabiri olarak görev yapmaktadır.