Alîkarê Serokê Meclîsê û Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ku lê dihat dermankirin piştî 18 rojan koça dawî kir.

Sirri Sureyya Onder koça dawî kir
Peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan weha ye:
“Ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onderê xoşewîst
Bi wefata Sirri Sureyya Onderê xoşewîst re xemgîniyek kûr li dilê me pêça. Ew mirovekî pir hêja û lawekî rastîn ê gelan bû. Kevneşopiya Anatoliyê û Tirkmenan kurekî xwe yê mezin û hêja winda kir, gelên me û hemû civakên erdnîgariya me hevrêyekî xwe yê mezin winda kir. Ez rêzdariyeke mezin ji bo bîranîna wî digirim. Di 27ê Sibatê de, di hevdîtina me ya dawî de, wî hevoka dawî ya ku me li bangewaziyê zêde kiribû bi destê xwe nivîsandibû û dixwest ku wê bi xwe bixwîne. Ji bo pêkvejiyaneke di nav aştiyê de, xebat û kedeke wî ya nayê jibîrkirin hebû.
Hêza wî hebû ku hemû neyîniyan bi hostayî veguherîne erênî. Ew nasnameyek û çandeke aştiyê ya rasteqîn bû. Wî pir baş dizanibû ku aştî û pêvajoya aştiyê dê me hemûyan biser bixe û ev hesreta wî ya mezin bû. Ev hêvî ti carî nikare nêvî bimîne. Ji bo me hemûyan ya girîng ew e ku em vî ruhî bi aştiyê û bi navê Sirri Sureyya Onder bixemilîne.
Careke din ez dilsoziya xwe ya bêdawî ji bo bîranîna wî derdibirim; Ez sersaxiyê ji malbat, heval, dost û hemû gelên me yê hêja re dixwazim.
Serê me hemuyan sax be.
Abdullah Ocalan,
3ê Gulana 2025an"
(Mİ/AY)