16 ROJNAMEGER 3 MEH IN GIRTÎ NE
Polîsan nehişt ku rojnameger li ber avahiya Postexaneyê çalakiyê bikin

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sê meh di ser girtina 16 rojnamegeran re derbas bû. 16 rojnameger di 16ê Hezîranê de li Amedê hatibûn girtin. Rojnameger û medyakar li Stenbol, Enqere, Amed, Wan û Mersînê ji bo hevkarên xwe çalakî li dar xistin. Li van bajaran rojnamegeran ji Postexaneyan name û pirtûk şandin.
Li Stenbolê jî rojnameger li ber avahiya Postexaneya Kadikoyê kom bûn. Di dema çalakiyê de ji rojnamegeran bêhtir polîs hebûn. Polîsan ji Serokê DISK Basin Îşê Farûk Erenî re got, ew ê destûrê nedin ku li ber avahiya postexaneyê daxuyaniyê bidin û fotografan bigirin.
Piştî vê helwesta polîsan, rojnameger çûn nava avahiya Postexaneyê û name û pirtûk ji hempîşeyên xwe re şandin. Polîs jî dan dû rojnamegeran û ketin nava avahiya Postexaneyê. Kesên ku ewlehiya Postexaneyê diparêzin û rêveberên wê jî gelek caran ji rojnamegeran xwestin ku fotografan negirin.
Sê meh in girtî ne lê îdianame nîne
Rojnameger paşê ji ber avahiya Postexaneyê çûn ber bi îskeleyê û li vir civîna çapemeniyê li dar xist. Ji Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Dûrket Surenê metna hatiye amadekirin bi kurdî, ji Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) jî Nişmiye Gulerê bi tirkî xwend.
Surenê got ku sê meh di ser girtina hempîşeyhen wan re derbas bûye û tevî vê rewşê hîna îdianameya wan nehatiye amadekirin. Her weha diyar kir ku li dijî biryara girtina wan parêzer serî lê didin lê her carê bersivên neyênî tên dayîn. Surenê daxwaza kir ku bila îdianame di demeke kurt de amade bibe.
Serokê Giştî yê DISK Basin Işê Farûk Eren jî bal kişand ser helwesta polîsan û got ku “Em ê piştgiriya xwe dewam bikin. Em ê bi hev re piştgiriyê bikin û bi têkoşînê vê perda reş biçirînin. Rojnamegerî ne sûc e.” (HA/FD)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
