Polîsan bi ser Weşanxaneya Ozanê de girt

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Ozanê ya li Sûltan Gazîya Stenbolê de girt.
Ofîsa Hiqûqê ya Gelî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye ku heft kes hatine desteserkirin û zerera polîsan li weşanxaneyê kirî bi van wêneyên wek belge nîşan da.
Yürüyüş dergisinin teknik işlerinin yapıldığı ozan yayıncılık bürosu.. pic.twitter.com/C72bHlPn79
— Halkın Hukuk Bürosu (@HalknHukuk) May 25, 2016
Ji Ofîsa Hiqûqê ya Gelî, Oya Aslan ji bianetê re axivî û got li şûna polîs bi derîyî re biçin weşanxaneyê ew bi pêlankên tîmên agirkujîyê bi pencereyan re çûne.
Aslanê got polîsan bi hêceta girtina kesekê bi ser weşanxaneyê de girtine lê wan heft kes derp kirine û girtine.
Aslanê dîyar kir polîsan ji beriya du mehan bi hêceta ew ‘’propagandaya rêxistinê dikin’’ bi ser Weşanxaneya Ozanê de girtibûn û polîs ‘’li hêcetan digerin.’’(EA/MB)
Ahmet Şik û Murat Sabuncu beşdarî Nobeta Edaletê bûn

DOZA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Dadgehê biryara tehliyeyê ji bo Ahmet Şik û Mûrat Sabûncûyî da
Rojnameger Ertûgrûl Mavîoglûyî beraet kir

Nûçeya “Erdoganî daxwaza sansûrê kir” jî hat sansûrkirin

5emîn CIVÎNA DADGEHKIRINA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Biryar hat standin ku rojnameger girtî bimînin
