Platforma Jinan a Enqereyê: Em ê di 8ê Adarê de li Meydana Sakaryayê bin
.jpg)
Fotograf: JînNews
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Platforma Jinan a Enqereyê ji bo 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Sendîkaya Kedkarên Buroyê(BES) ya Enqereyê civîna çapemeniyê li darxistiye.
“Em ê cîhaneke jin lê azad û wekhev bijîn ava bikin”
Di civînê de metna platformê Esma Çaglakê xwendiye û bang kiriye ku jin li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan û hemû êrîşan di 8ê Adarê de wê derkevin qadan û wiha gotiye: “Me jinan hemû destkeftiyên xwe bi têkoşîneke mezin bi dest xistin. Ji bo em zêdetir qezenç bikin em ê têbikoşin. Em ê Peymana Stenbolê bidin sepandin. Em ê nehêlin ku piştevaniya jinê bê darizandin û dawiyê li kuştina jinan bînin. Em ê cîhaneke jin lê azad û wekhev bijîn ava bikin. Di her qada jiyanê de, li dijî cihekarî, xizanî, tundiya dewlet û zilamî em ê têkoşîna xwe mezintir bikin."
"Em bang li hemû jinan dikin ku 8ê Adarê bi coş û serhildana xwe pêşwazî bikin. Em ê di 8ê Adarê de di saet 14.30an de li Meydana Sakaryayê kom bibin.”
(EMK/AY)
Abdullah Ocalan ji bo wefata Sirri Surreya Onder peyama sersaxiyê şand

Sirri Sureyya Onder koça dawî kir

Cenazeyê Sirri Sureyya Onder wê sibê bê definkirin

Ji bo Sirri Sureyya Onder li gelek bajaran şîn hate danîn

TRABZON
Li Tirkiyeyê ne Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ye, zilm heye ku li rojnamegeran dikin